Li Pêncwênê şahiya 8'ê Adarê
17:17
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajêroka Pêncwên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şahiyek hat li darxistin.
Li bajêroka Pêncwên a Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadên Kurdisan (RJAK) ê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyan de li Baxçê Lalo şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de gelek jin amadebûn. Di şahiyê de Hawar Pêncwênî axivî. Hawar despêkê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û ragihand ku ewê di xebata xwe de giringiyê bidin dawî kirina pergala baviksalarî. Hawar da zanîn ku ewê xwe bigihînin hemû jinan û rêxistina xwe mezin bikin.
Di şahiyê de gul li jinan hat belavkirin û jinan govend gerandin.
Şahî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Em jinên Başur silav dikin jinên bakur" û "Em jinin jiyanin pêşengên Kurdistanin" bi dawî bû.
(şb/zt)