Parlemênterên jin ên HDP'ê bi rojnemêrgeran re hatin cem hev
17:40
JINHA
STENBOL - Hevseroka Giştî a HDP'ê Figen Yuksekdag û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca bi rojnamegeran re hatin cem hev.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Hevsoraka Giştî a HDP'ê Figen Yuksekdag û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca li ber kargiha Hotela Elite World Prestige di xarina taştê de bi rojnamegerên jin rê hatin cem hev. Parlementer û rojnameger di derbarê pêvajoyê de nirxandin kirin. Jin li ser taştê hatin cem hev bi pirs û bersiv berdewam kir û bal kişandin ser berxwedana li Kurdistanê.
'Em ê bi ber xwe danê bi serkevin'
Figen Yuksekdag anî ziman ku di 8'ê Adarê de jinan hedef digrin û wiha got: "Jin li gel qatlîaman jî têkoşîna xwe bilind dikin. Dibê refleksên jinan ên berxwedana azadiyê û rexistinê xurtbe.
Besîme Konca jî wiha axivî: "Me 8'ê Adarê diyarî Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar kirin. Li tevahiya Tirkiyê hevalê me hatin qatilkirin. Em ê biberxwedanê serkevin."
Civînê ji çapemêniyê re girtî berdewam kir.
(dt/zt)