Parlementer çun Cizîrê mala şînê
17:50
JINHA
ŞIRNEX - Parlemênterê jin ê HDP'ê Pevin Bulda, Huda Kaya, Gulseren Yildirim û Filiz Kerestecioglu çun Cizîrê ziyareta mala şînê.
Zarokên malbatên ku di dîrokên cuda de li Şengal û Rojava jiyana xwe ji destdayin û di qirkirina nijadiya Cizîrê de hatin qatilkirin konê şînê hat da nîn. Konê şînê li taxên Cudî, Nur û Surê hatin danîn. Parlementerên HDP'ê Pervin Buldan, Huda Kaya, Gulser Yildirim û Filiz Kerestecioglu û ninurê MEYA- DER'ê Mahmut Tugrul û Erdal Ataş çun ziyareta mala şînê. Parlementer pêşî çun mala şînê a li Taxa Nurê ku ji bo şervanên li Kantona Konabê li hember çeteyên DAÎŞ'ê de di berxwedanê dê şehîd ketin Bengin Hokenek (Rojyar Cizîr) û Mehmet Hayrî Durmuş (Întikam Derşewî) ji malbatan re sersaxî xwestin.
'Êrîş li hemberî jiyana kurdan pek hatiyê'
Parlementer piştî wê çun mala şînê ya ji bo Metin Karane, Azime Aşan, Husametin Îverendi, Cengiz Sansak, Yakup Isirgar û Niyazî Isirgan ên ku di tevkujiya nijadiya Cizîrê de hatine qetilkirin hatî danîn.
(dt/zt)