'8'ê Adarê bi rengê jinan tê jîn'

18:33

JINHA

QAMIŞLO - Bi boneya 8'ê Adarê Berdevka Desteya Nîştîmanî ya Ereb Ebîr Ebûd axaftine kir û got, "8'ê Adarê bi rengê jinan tê jîn."

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Berdevka Desteya Nîştîmanî ya Ereb Ebîr Ebûd axaftinek kir. Ebîr derbarê rojê de wiha hestên xwe parve kir, "Jinên Ereb ku di nava şoreşê de cihê xwe girtine ne wekî berê ne. Ew jî îro rola xwe di nava şoreşê de dilîze, bi gelek kar û xebatên bi nirx jî radibe, roj bi roj ev yek li ber çavan jî xuya dibe. Ez jî wekî jineke Ereb bi boneya 8'ê Adarê hemû jinan, dayîkan û bi taybet li dayîkên şehîdan pîroz dikin".

Ebîr got, "Bi hatina vê rojê em hemû kiryarên terorîst ku Tirkiyê li ser jinê pêk tîne bi tundî şermezar dikin, êrîşên ku bi serkêşiya AKP'ê û Erdoxan tên kirin kiryarên dûrî mirovahiyê ne, lê heya dawiyê jî em ê bi gelê Bakûr û berxwedaniya jinê re bin. Em jî wekî jinên Ereb, jinên Sûriyê van êrîşan qebûl nakin û red dikin, em vê yekê ne tenê ji bo jinên Bakûr, ji bo her jinekê li her derê cîhanê qebûl nakin".

Ebîr axaftina xwe wiha bidawî kir: "Careke din em vê rojê li hemû jinan pîroz dikin, bi hêviya ku 8'ê Adarê bibe roja serkeftina hemû jin û dayîkan, jin jiyan azadî, 8'ê Adarê pîroz be".

(hs/rc)