Fermandar Deniz Dag: Tekoşîna jinan hêz dide herkesê

09:12

Amara Tolhilda/JINHA

ŞENGAL - Fermandara YJŞ'ê Deniz Dag 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: "Berpirsyariya jinan rêxistin bûn û berxwedane. Divê jin bi giyana Zîlan, Bêrivan û Arinan tevbigerin. Ji bo jiyanek azad û mafê jinê bê bidestxistin em wek YJŞ di nava hewildanan denin. Em dubare, 8'ê Adarê li hemu jinên cihanê û jinên berxwedêr piroz dikin."

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) ê Deniz Dag 8'ê Adara 2016'an nirxand. Deniz despêkê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha aivî: "Em 8'ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê di serî de li mimarê azadiyê Rêber Apo û li hemu lêgerinavanên rastiyê, hevalên ku niha di çeperên pêşî de berxwedanê dikin, hemû dayîkên şehidan û hemû jinên cîhanê pîroz dikin. 8'ê Adarê ji dîrokê heya roja me ya îro, ji bo her jinekê, bi taybeti jî ji bo jinên şoreşger û tekoşinvan wateyek xwe ya pir mezin ya dîrokî heye. Ji ber ku di wê rojê de jin rabû serhildanê û zilma desthilatdaran qebûl nekir. Serî li hember ne tewandiye û hertim tekoşînek bê hempa daye raberkirin."

'Tekoşîna jinan hêz dide her kesê'

Deniz balkişand ser tekoşina jinan li hember pergala serdestdan daye meşandin û wiha domand: "Tekoşina jinan gihiştiye asta êdî jin bibe xwedî dîrok û vîn. Bi pêşengiya jinê li Rojava YPJ, Şengalê YJŞ û Bakurê Kurdistanê YPS JIN hene. Jinê her der kiriye qada berxwedanê. Jin bi tekoşîna xwe ya bê hempa dîroka azadiyê dinivîsine û pêşengiyê dike. Tekoşina jin dide, rastî ji hêz dide mirovan. Baweriyek xurt di jinan de avadike. Deshilatiya zilam hêza jinê qebul nake. Heta jin van êrişan vala dernexe û bi biriyar li hember nesekine, di aliyê leşkerî, birdozî, rêxistin û siyasî de pewiste xwe bigehine asta heri bilind. Bi kari be ji êrîşên heyi re bibe bersiv û xwedi hewildanên mezin bê. Bêguman ev tekoşina li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, berxwedaniyek bê hempa ye."

'Ya dikeve ser milê jinan rêxistinbûn û berxwedane'

Deniz destnîşan kir ku mêr maf û nasnameya jinê napejirîne ji bo wê jî divê jin nasnameya xwe bide pejirandin û wiha berdewam kir; "Divê jin hebûna xwe ji nû ve diyar bike. Niha di pergala desthilatdariya mêran de fikirandinek wisa heye. Jin tenê ayîdê mine. Yan ji wek nêzik bunekê, ev kar ne kare jinê ye nêzdibe. Ev şêwazê fikirandina wan ji bo jinê xetere û ne raste. Jinê dike mal ji bo xwe. Zilam tu car nasname û mafê jinê qebul nake. Niha bi fikir û ramanê Reber Apo jin xwedi hêz û îrade buye. Bi taybet di aliyê zanisti de hebuna xwe diyarker dike û êrişên ku heye qebul nake. Jin dibêje, ez tenê ayîdê xwe me, ez ne ayîdê tu kesême. Ji bo valaderxistina fikra mêr a jinan weke mal dibîne, pewiste jin îro ji her rojê zêdetir xwe pêş bixe û xwe xurt bike."

Deniz bilêv kir ku divê jin her roj bike 8'ê Adarê û wiha dom kir; "Divê jin hemû rojan weke 8'ê Adarê peşwazi bike. Ji bo avakirina netewa demokratîk û jiyanek azad divê hewildanên jinan hebe. Berpirsyartiya, ji jinan tê xwestin rêxistin bûn û berxwedane. Divê jin bi giyana Zîlan, Bêrivan û Arinan tevbigerin. Bêguman ji bo jiyanek azad û mafê jinê yê heyi were runişkandin, em wek YJŞ di nava hewildanan denin. Em dubare, 8'ê Adarê li hemu jinên cihanê û jinên berxwedêr piroz dikin."

(zt)