Parêzer Sacîde Cadir: Pergala Başur li pêşiya jinan astenge
09:13
Şengar Bradost/JINHA
HEWLÊR - Parêzera Sacîde Cadir Silêman, sedemên kêmbûna jinan di nava rêveberiya Başurê Kurdistanê wiha anî ziman; "Zihiniyeta deshilatdarên Başurê Kurdistanê astengiya herî mezine li pêşiya jinan."
Endama Komeleya Mafê Mirovan a Hewlêrê Parêzer Sacîde Cadir Silêman di derbarê kêmbûna jinan di nava rêveberiya Başurê Kurdistanê de nirxand. Sacîde da zanîn ku tekoşîna jinan li hember zihiniyeta baviksalarî roj bi roj zêde dibe û wiha domand: "Bandora tekoşîna jinan li ser asta pêşketina civakê, li ser pergala desihlat pir çêbûye. Jin niha di her qadê de ji bo dawî anîna deshilatdariya zilam di berxwedanê denin."
'Deshilatiya Başurê Kurdistanê li pêşiya jinan pêşketina jinan astenge'
Parêzer Sacîde balkişand ser êrîşên pergala deshilatiya mêran ser jinên rêxistinkirî û wiha berdewam kir: "Sedema hemû pirsgirêkên îro civaka Başurê Kurdistanê rû bi rû hatî, nebûyîna rengê jinê di asta rêvebirina civakê dene. Ger jin tevlî pêvajoya avakirin û gûhartina perglê bibin, wê qirîz di demek nêz de çareser bibe. Li gorî min nêzîk bûnên deshilata Başurê Kurdistanê li hember jinan tê wataya asta lawaziya ramana wan di nêrandina jin û tekoşîna wan ya ji bo azadiyê. Ji bo wê zihiniyeta deshilatdarên Başurê Kurdistanê astengiya herî mezine li pêşiya jinan. Ne tenê di qada siyasî de, heya rola perwerdekirina zarokan jî ji jinê hatiye sitandin. Ev jî di jiyana civakî de hilweşîn û valatiyek mezin çêkiriye. Ji bo wê jî jin tenê bi îsrara tekoşînê dikare li hember vê zihiniyeta jinkûj bisekine. Jin dikare bi rê û rêbazên xwe yên zengîn guhartinên mezin bide çêkirin."
(zt)