Servîsa me yê Soranî sibê dest bi weşanê dike
09:14
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa cîhanê ya yekemîn Ajansa Nûçeyan a Jinê JINHA bi dirûşma "Em nabêjin gelo dê zilam çi bêje û dinvîsin em” piştî weşana bi zimanê Tirkî, Îngîlîzî û Kurdî niha jî bi lehceyê Soranî di 8'ê Adarê de dê dest bi weşanê bike.
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 8’ê Adara 2012’an de bi dirûşmeya “Em zimanê çapemeniyê diguherînin. Êdî piştî me, dê di çapemeniyê de tu tiştek wek berê nebe” xwe tevli nav cîhana çapemeniyê kir, li ser înternetê, li navnîşana www.jinhahaber.lînk bi tirkî, kurdî û ingilîzî nûçeyan pêşkêş dikin. Piştî xebatek dem dirêj yê li ser zareveyê Kurdî Soranî, xebat bi dawî bû sibê servîsa Soranî dest bi weşanê dike. Ligel Soranî amedekarî ji bo weşana bi zimana Erebî jî dewam dike.
(rc)