Rabîa Taylan: Hesreta ax û azadî ti car kêm nebû
09:14
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Ji jinên ku bi berxwedana xwerêveberinê li pişt barîqatên Nisêbînê dîrok bi hebûna xwe dineqişîne Rabîa Taylan e. Rabîaya ku rastî êrîşê tîmên taybet hatî û ji 11 cihên laşê xwe birîndar bûyî, hîna jî li berxwe dide û wiha dibêje, "Erdogan ji bo qesra xwe mirovan qetil dike. Erdogan bi xwîna sedan mirovê ku qetilkiriye qesra xwe avadike. Dehaka zalim têhna xwînê Kurdane, têr nabe. Li hember zaliman Kawayên me ên ku radibin serhildanê hene, ev yek dê serkefinê misoger bike."
Di pirtûka "Jinan" ya nivîskar û rojnameger Eduardo Galeano wiha tê gotin, "Li erdnîgariya Bakûr Marcela hatibû dîtin. Oslo jî şevek, jinek ku stran û qala serpêhatiya xwe dike naskir. Jin di nava du stranan de qala serpêhatiyek xweş dike. Di her hevokek de çîrokek din bilind dibe û mirovên ku dixwazin bi sehîrê re bijîn avadibû. Ew bi vî awayî rûh didan miriyên xwe û şêwazê vegotina hest û dîroka xwe didîtin. Bi vegotina jiyanê evînî pêl bi pêl derdiket ser rûyê erdê û dîrok ji nûde di kesayetê jinan de jîn dikir."
Ji 11'e cihê xwe ve birîndar bû
Eduardo Galeano li Latîn Amerîkayê din ava şert û mercên gran de xebat da meşandin. Di xebatê xwede serpêhatiyê jinan daye pêş ku li erdnîgeriya Kurdistanê hîna hebûna xwe didomîne. Li navçeyê Nisêbîna Mêrdînê berxwedana xwerêveberina gel ku bi pêşengiya jin rêve diçe, li pişt her barîqatê ku hember dagirkeriyê hatî avakirin, jinên leheng ên ku Eduardo qala wê dike heye. Yek ji van Rabîa Taylan (55) salî dayîka 9 zarokan ku bi qedexeyan re li Taxa Abdulkadîrpaşa ji 11'e cihê xwe ve birîndar bûye.
'Hesreta ax û azadî ti car kêm nebû'
Li pişt barîqatan şev borandin êdî veguheriye çandek ku her şev li dora agir û kozan dicivin jiyanê zindî dikin. Rabîa jî bi gotinên xwe pêlên agir geş dike. Rebîa di sala 1993'an de rastî zilma dewletê hatî û neçar mane ku koçbikin, tevî zarokê xwe neçar ma li Konyayê bi cih bibe û 11 sal bi dîtina zilmê re rûbirû dimîne. Rabîa diyar kir ku piştî 11'e sal ew vegeriye ser axê xwe û wiha got, "Rojên bi îşkence dawî lê nedihatin. Yê herî bi êş hesreta ax bû. Dema em vegerîn Nisêbînê jî hesreta me yê azadiyê berdewam kir. Ji ber vê bi îlankirina xwerêveberinê re min cihê xwe di qadên berxwedanê de girt."
'Di her kevirek yê barîqatê de kedek min yê veşartî heye'
Rabîa got, "Di her kevirek yê barîqatê de kedek min yê veşartî heye" da zanîn ku kevirên ku mirovan ber bi azadiyê ve dibe berdêlên wê giranin. Rabîa wiha qala kesên bi berxwedanê re nemirin dibin kir, "Cudî Teber zarokê taxê me bû. Çavreşê min ji bo azadiyê zarokên taxê bedena xwe yê ciwan feda kir. Dema ku ew hat qetilkirin tevahî tax pêre ji dilê xwe ve birîndar bû. Yekemîn kesê xwe ji bo wî bedena xwe kir mertal cîranê me Mehmet Emîn bû. Ew jî li wir hat qetilkirin. Dûvre yek bi yek em ber bi Cudî ve çûn, her ku me înat dikir, kujer jî bi înat ser meda dihatin. Bi halê xwe yê bîrîndar me bedenên xwe yê mirî berhev dikir. Em nava xwînê de mabûn, lê hewldanê me em ew bû ku em miriyên xwe ji hedefe dijmin derxin. Dûvre min çavê xwe vekir û min xwe li nexweşxanê dît. J imin re gotin 27 roj boriye ez di wê rewşê deme. Hînbûm ku cîranê min Fehîm aktî jî hatî qetilkirin. Wê gavê min jî dixwas ez bimirim. Zaliman ji dilê azad ya Fehîma jî dabûn."
'Bi qetilkirina sedan wek Fehîma wê vîna gele Kurd neşke'
Rabîha destnîşan kir ku bi berxwedanê re gelê Kurd êdî ne tene daxwaza jiyanek bi rûmet dikin ew berxwedana hebûnê didin. Rabîa anî ziman ku barîqat tê wateya sînor danîna li hember jiyana dayîna pişavtinê ye û wiha pêde çû, "Ji bo ku em bi zimanê xwe bijîn, çima bikevin bendewariyê ji hinek din? Jiyana birûmet bêy ku mirov bikeve bendewariyê jiyan kirine. Ji ber vê ewqas xendek tên avakirin. Xendek tê wateya em ê jiyana xwe bi xwe avabikin û biparêzin." Rabîa got, "Birîndarbûm û bişans xilas bûm. Cîranê min Fehîma Aktî li ber çavê min can da. Lê çibû? Qey komkujî me tirsand? Ez 55 salîme û ji 11 cihê xwe ve birîndar bûm. Lê bele netirsiyam. Bi vê mînakê mirov dikare lehengiya ciwanên pişt barîqatan li berxwe didin bike nişan bide. Îro 20 mîlyon Kurd ji bo nasnameyê xwe têdikoşe. Bi qetilkirina Fehîma û bi sedan wek wê ev vîn wê neşke."
'Kawayên ku li hember Dehakan dest bi berxwedanê kirî hene'
Rabîa wiha dirêjî da gotina xwe, "Erdogan ji bo qesra xwe mirovan qetil dike. Erdogan bi xwîna sedan mirovê ku qetilkiriye qesra xwe avadike. Dehaka zalim têhna xwînê Kurdane têr nabe. Li hember zaliman Kawayên me ên ku radibin serhildanê hene, ev yek dê serkefinê misoger bike."
(rc)