Besê Erzincan ji bo girtiyên PAJK'ê: Divê em bersivek bihêz bidin hêviyên jinan

09:16

JINHA

BEHDÎNAN - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Endama Koordinasyona KJK'ê Besê Erzincan ji bo girtiyên siyasî nivîsek nivîsî û got: "Ji bo me jinan daxwaza azadiyê xurt domandine. 8'ê Adara sala 2016'an û piştî wê, ji bo me wê bibe heyamek ji dema azadkirina Rêbertiya me jinan, gelê kurd û hemû gelên bindest. Wê bi bûyîna şoreşger û milîtana kêliyê ev yek bê serxistin."

Endama Koordinasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) ê Besê Erzincan, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi sernava "Ji bo şervanên azadiyê yên PAJK'ê yên girtîgehan" dest daye pênûsê û ji bo girtiyên PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê nivîsek nivîsiye.

Name wihaye;

"Di serî de ez rêbertiya me Abdullah Ocalan ê ku em bi baxçeyê azadiyê dayîn naskirin, bidestpêk û biharên nû re bi ser jiyanê de diçe, di azadiyê de çavkaniya me ya îlhamê ye bi hezkirin, bêrîkirin, keser û rêzdariyê silav dikim, cejna jinê ya 8'ê Adarê lê pîroz dikim. Li gel ku rêbertiya me rastî rûyê zilamê herî bêbext, kirêt, hov, dilkevir maye jî, sekna wî her tim li ser bingeha berxwedan, azadî, wekhevî, dadweriyê çêbûye. Li Kurdistanê azadiya jinê bi pênase û pratîkên şoreşa jinê bi Rêber Apo re hatine afirandin û pêş ketine. Rêber Apo pêşeng û şervanê çalak ê şoreşa jinê ye. Azadiya Rêbertiya me azadiya jinê ye jî.

Hevalên hêja;

jinên dixwazin azad bibin normên exlaqî û hiquqî yên niha tên meşandin nikarin bi pejirînin. Xwe bi ti awayî nikarin di nava rêzikên jiyana serdestiya zilam de bi cih bikin. Ji bo jinên wisa; her tim ya heyî hileşandin hîn xweşiktir e, tê wateya ketina pey ya baştir û rastir. Azadî bûyerek afirandinê ye. Encamên kes bi lêgerîn û ezmûnên xwe yên jiyanê digihijîne dema bi azadiyê re tên strandin pêkhêner in. Cih girtina di nava têkoşîna azadiyê de di xwe afirandina jinê de gavek girîng e. Lê xwe afirandin herdemî ye. Tenê xistina nava demekê nabe. Nikare bi zûlek ya demê ve asê bimîne. Azadî ne di paşeroj, pêşerojê de, di her kêliyê de ye. Di vê wateyê de di hizran, azweriyan û hestan de bitevger, zindîbûn, saxlemiyek melekûlî ya herdemî ve dikare bêpêk anîn. Aliyên azadiyê yên bi cih û demê re eleqederin hebin jî, aliyê bingehîn di cewhera kes, felsefeya wê ya jiyanê û têgihiştina wê de veşartiye. Gelek caran ên li cihên herî azad dijîn jî, dibe ku xwediyên giyanên kole bin. Carna di mercên dîlbûnê yên herî giran de hizra herî azad, kesayeta azad derdikeve holê. Ya girîng cewhera kes, felsefeya jiyanê, lênêrîna li têkoşînê û şêwaza bi destgirtina dem û cih e.

Têkoşîna xwe avakirina jinê, li gorî tê texmînkirin gelek zehmetire. Bi polîtîkayên kevneşopiya serdestiya zilam a pênc hezar salan a herî dawiyê modernîteya kapîtalîst re rewşekî vê dema hatî diyarkirin hîn zêdetir derbas dike derxist holê. Têgîna demê pir îzafî bû û bi lez bû. Di demên niha de jî mêtîngeriya jinê ya bi awayekî zêde di cih û demê de hatî tengavkirin bi kûrahî tê domandin. Di vê wateyê de jin di ziraviyên jiyanê de li hember koletiyên di kemînê de rawestiyayîn ji seknek îradî ya kêlî bi kêlî jî wirdetir tenê dikarin bi xuliqkariyek hunerî bi meşin. Ne tenê li hember ya heyî derketî, serkeftin tenê bi bûyîna momentek azadiyê ya bikare di her kêliya jiyanê de çareseriyan bi afirîne ve gengaz e. Hişê jinê yê tijî hîs, azweriyên wê yên bi hizrên azadiyê re dibin yek, momenta azadiyê ya rakêşer, weke hêzê hawirdor dorpêç dike, bandor dike û berhêl dike. Jin hêza çêker a jiyanê ye. Cewhera jiyanê li derdora jinê şekil digire.

Di nav rasteka dîrokî de jin her tim rû bi rûyê hatina perçiqandin û astengikirina azweriyên xwe yên hunerî, ramanî û potansiyelî man. Her jinek çi di ferqê de be, çi jî ne di ferqê de be, rojane di qadên jiyana rojane de bi milyon caran li dîwarên pergala serdest dikevin. Hinek jê van diwaran weke çarenûsê dibînin, dipejirînin, hinek jî li dij derdikevin û dixwazin derketinekê pêk bînin. Zilamê serdest li hember xuliqkarî, jêhatin, cewazî, rakêşeriya jinê her tim bi hêrs bû, tedbîrên vê bi binyadkirinê ve pêş xist. Zilamê herî bi niyeta baş jî, bi qodên hezarsalan ên desthilatdariyê ji bo kolekirina jinê refleksên pêwîst raberkirinê wekî pîvanekî ya jiyanê bi dijwarî pêk tîne. Bab, mêr, destgirtî, cîran, xizim di derbaskirina van pîvanên ji hesin a jiyanê de bi hev re dikevin pêşbirkê. Jiyan di nava rêzikên hişk, statîk de; di nava hevkêşiya rapêçana jinê, dagirkirin, vegerandina metayekî ayîdî zilam de diçe û tê. Jin û civak bi xistina nava qefesa ji hesin a pergala serdestiya zilam re jiyan hemû vegerandina zindanekê ve dewam dike. Derî hişk û asê digire. Kilîlê jî davêje cihekî ku nekare bê gihiştin.

Dîroka vê mekanîzmaya qefesa ji hesin her roj bi mirovatiyê hemû bi navê jiyanê dayîna daqurtandin dirêj e. Pir bi êş û trajîk e. Mirovatiyê, jinan ev mekanîzmaya qefesa hesin û jiyana wê ti caran ne pejirandin. Her tim li ber xwe dan. Li ber xwe didin. Ger em îro di rewşek henasegirtinê de bin, di saya van berxwedanan de ye. Şervanên azadiyê bi berxwedanê hertim wekî stêrkên xwe û hawirdora xwe ronî dikin di biriqin.
Jinên kurd bi sekna xwe ya azadiyê û berxwedana xwe ve karîn bibin stêrkên mirovatiyê. Di berxwedana herî dawiyê li Kurdistanê, Rojava, Kobanê, Şengal, weke berdewamiya van berxwedanan li Cizîrê, Silopî û Surê, di kesayetiya hevala Sêvê, Pakîze, Fatma û hemû dayîk, jinên kurd de azweriya azadiyê carek din gur bû, bû pêt. Meşa di riya Sarayan, Sema Yuceyan, Zîlan û Bêrîtanan de bi semyan çêbû.

Hûn rêhevalên jin ên li zîndanan di nava berxwedan û têkoşînê de jî rola bûyîna stêrkên şevê ronî dikin dilîzin. Rêber Apo dixwest her jinek bibe stêrkek ku civakê ronî dike, berhêl dike, rê dide nîşan. Di vê wateyê de em di 8'ê Adara sala 2016'an de li ser bingehê paradîgmaya xwe ya azadiyê di afirandina netewa demokratîk de di asta pêşengiyê de rol bilîzin, bi awayekî xurt bersiv bidin bendewariyên Rêbertiya xwe, gelê xwe û jinan. Dema ramana jinê ya kolektîf azadbûyî bi hêza jiyanê re bibe yek, hev bibîne, wê ev rola pêşengiyê misoger bi bandor were lîstin, mohra xwe li serkeftinên awarte bide û mirovatiyê jî bikişîne azadiyê.

Li ser vî bingehî ez cejna 8'ê Adarê li hemû hevalên di girtîgehan de pîroz dikim. Dixwazim diyar bikim ku, daxwaza me ya bi Rêber Apo re li çiyayên azad ên Kurdistanê, li Kurdistana azad û Tirkiyeya azad hevdîtinê pir xurt e. Ji bo me jinan daxwaza azadiyê xurt domandin; bi kûrbûna azadiyê ya li her demê û her cihî, li ser vî bingehî hêza xwe ya wateyê dewlemendkirin, xwe ji nû ve afirandin û rola xwe ya pêşengiyê xurt lîstinê ve dê pêk bê. Her wiha dê 8'ê Adara sala 2016'an û piştî wê, ji bo me bibe heyamek ji dema azadkirina Rêbertiya me jinan, gelê kurd û hemû gelên bindest. Wê bi bûyîna şoreşger û milîtana kêliyê ev yek bê serxistin.

Li ser vî bingehî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo hemû hevalên di girtîgehan de li ber xwe didin û hemû mirovatiya pêşverû pîroz be.

Bi silav û rêzên rêhevaltiyê..."

(zt)