Amed ji bo fînala 8 Adarê amede ye
09:16
JINHA
AMED - Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê amedekariya mitînga 8'ê Adarê yê fînalê li Amedê bi dawî bû. Endama Koordînasyona KJA'yê Bajêr Zûbeyde Zûmrût derbarê bernameyê 8'ê Adarê de agahî da û bang li tevahî jinan kir ku ji bo Sur û Cizîrê deng bidin.
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi dirûşmeya "Jin ji bo azadiya xwe û Rêbertiyê xwe di berxwedanê denin" dê mitînga fînala 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Meydana Îstasyona Amedê were li dar xistin. Derbarê amedekariyê dawiyê de Endama Koordînasyona KJA'yê Bajêr Zûbeyde Zûmrût agahî da û diyar kir ku sibê saet 10.00'an de ji Parka Koşuyoluyê heya Meydana Îstasyonê bi meşek girseyî heya qada mitîngê biçin. Zûbeyde diyar kir ku derbarê amedekarî û ewlehiya qadê hatî standin û wiha got, "Bila jin ti guman nejîn. Ji bo wan ewlehiyek bi hesasiyet me girtiye ber çavan. Bi 200 jin em tedbîrên ewlekariyê digrin."
'Em ê têkoşînê bighînin lûtikê'
Zûbeyde destnîşan kir ku zîhniyeta desthilatdariya dewletê bi aweyek eşkere berçavane û wiha domkir, "Me 8'ê Adara îsal diyarî Sêvê, Sara û Ekînan kir. Têkoşîn û pêşengiya Sêvêyan tevahî jin dewir girtin ser milên xwe. Dibe ku ew îro ne bi mera bin lê belê rûh û ramanên wan din ava mede dijîn. Di 8'ê Adarê de divê ku em bi tevlîbûnên xwe yê li qadê bersivê bidin zîhniyeta ku Sêvêyan qetilkirine. Em ji vir soz didin Sêvêyan; Ji bo em têkoşîna wan bighînin lûtikê em tev li qadan bin."
'Jin bi berdêlên giran heya vê rojê hatin'
Zûbeyde bi lêvkir ku 8'ê Adarê rojek gerdûniye û wiha pêde çû, "Jin ji bo vê rojê îlan bikin gelek berdêl dan. Ev encama têkoşîna jinan e. Ji bo rojek wiha pêwîst nake destur bê standin. Zihnîyeta paşvero gelek li şûn maye."
Wesayîtê ku biçe qadê mitîngê amede ne
Zûbeyde banga tevlîbûna mitînga fînalê kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Divê bi hezaran jin biherikin qada mitîngê ji bo Sur û Cizîrê denge xwe bilind bikin. Herîkîna qadê silav û deng dayîna Surê ye. Divê ji her derê Amedê jin bên mitîngê. Ji bo jinên ku derfetê wan ên maddî jî nîne wesayît dê li her navçê û semtê amede bin. Em ê jinan bînin qada mitîngê û cardin bighînin cihê jê hatine. Wesayît ji bo vê yekê amedene jin dikarin serî lêdin."
(rc)