Bi boneya 8 Adarê civîn hatin li dar xistin

09:18

JINHA

TIL TEMIR/KOBANÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya Kongreya Star li Kantona Cizîra Rojava çalakî û civîn hatin li darxistin.

KOBANÊ

Kongreya Star a Kantona Kobanê li gundê Korik Hebîb ê dikeve başûrê herêmê bi beşdariya dehan şêniyan civînek lidar xist. Di civînê de rêveberên Kongreya Star, Navenda Zanist û Perwerde ya Jin, Endamên Meclîsa Zagonsaz, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk, dayîkên aştiyê, Yekîneyên Parastina Civakî yên Jin jî amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê Rêvebera Kongreya Star Newroz Miştenûr axivî roja 8’ê Adarê li Ocalan, şervanên YPJ û tevahiya jinên berxwedêr û qehreman pîroz kir. Newroz wiha got: “Di 8’ê Adara sala 1857’an de jinan ji ber doza mafên xwe kirine hatin şewitandin. Ji bo têkoşînê tenê rojek têrê nake. Divê hemû rojên salê bibin Roja Cîhanê ya Jinê. Azadiya jinê bingeha azadiya civakê ye." Piştî axaftina jinan

Di dawiyê de durişmeyên silavkirina berxwedaniya şervanên YPJ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin avêjtin û li ber dengê stranên netewî govend hat gerandin.

TIL TEMIR

Li Til Temir bi organîzekariya Kongreya Star civînek li salona saziya Malbatên Şehîda hate li darxistin. Hem 8'ê Adarê hate pîrozkirin hem jî, salvegera şehadeta Îvana Hovmen şervana MLKP'ê ku sala borî vê rojê li Til Temir jiyana xwe ji dest dabû hate bi bîr anîn. Di civînê de endamên jin ên Rêveberiya Xweser, ji rêxistina MLKP'ê herwiha ji sazî û rêxistinan hejmareke pir jin beşdar bûn. Di civînê de Hêvî Sarya rêvebera MLKP'ê axaftinek kir û kesayeta enternasyonal a Îvana Hovmen bi bîr anî. Herwiha 8'ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz kir. Remziye Mihemed Seroka desteya aborî ya bajêr, Hîva Erbo şêwirmenda Rêveberiya Xweser û Cîgira serokê Meclîsa Rêveber Elîzabet Gewriye jî axaftin kirin. Di axaftinan de Îvana Hovmen dubare hate bîranîn û ji bo 8'ê Adarê banga bilindkirin û xurtikirina têkoşîna jinê ji bo azadiyê hate kirin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê jî jinên Şaredariya Bajêr bi mebesta pîrozkirina 8'ê Adarê navenada YPJ'ê, dibistanên Bajêr, Saziya malbatên Şehîdan û goristana şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ziyaret kirin. Jinên şaredariyê bi cilên gelêrî serdana van saziyan kirin û cejna jinê li wan pîroz kirin. Jinan kulîlk danîn ser gorên şehîdan û şêrînahî li kesên li goristanê belav kirin.

Çalakiyê jinan bi dûrûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" bidawî bû.

(kom/en/rc)