Bi boneya 8 Adarê Meclîsa Jinên Şengalê daxuyanî da

10:07

JINHA

ŞENGAL - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Meclîsa Jinên Şengalê daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re weşand û 8'ê Adarê li tevahî jinên Kurdsitan û Cîhanê pîroz kir.

Meclîsa Jinên Şengalê bi boneya 8'ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi mîrateya berxwedana jinên têkoşer û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe ji nûde avakirine û civaka Êzidî ji tevahî qirkirinan rizgar kiriye.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi mîrateya berxwedana jinên têkoşer û jinên bi felsefa Rêber Apo xwe ji nûde avakirî, civaka Êzîdî bi tevayî ji qirkirinê rizgar kirî. Ên ku pêşengtiya zanebûna me, têkoşîna me û rêxistına me dikin di kesayeta tevgera azadî de em roja jinên kedkar yên cîhanê di serî de li Rêber Apo û tevahî jinên Kurdistan û cîhanê pîroz dikin. Ji bo ji nûde jiyana azad li ser xakên pîroz şîn bibe şehidên ku bi rûhê berxwedanê, nirxên ji mere hêştine, bi mîrateyê azadî mezinbûne û şehîdên 73 fermana em bi mînnet bi bîrtînin.

Jin û zarokên Êzîdî ên ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li bazara koleyan têne firotin û tevayî jinên ku li ber xwe didin keda wan, mejiyê wan û dilê wan tên dagirkirin. Em weke jinên Êzîdî ji vir û şûnde jiyana ku pergala dagirker û desthilatdariya zilam ya ku avakiriye jiyan nakin. Bi rûhê berxwedaniya jina azad ya ku xwe bi rêxistin dike di rastiya meclîsa jinên Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalêye de ye. Em weke jinên Êzîdî biryardariya xwe ya di avakirina jiyana azad de bi israrin. Em banga tekoşînê, li hember her rengê zordarî , zilmê û paqijkirina dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê ji xaka Şengalê dikin û em dibêjin werin em jiyaneke azad diyarî jinên Êzîdxanê bikin.

'Em ê rûhê berxwedanê bilind bikin'

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Bi wesileya 8'ê Adarê weke jinên Êzîdî dibêjin em ê li kevneşopiya Sakîneyan, Bêrîvanan, Sêvêyan û Arînan xwedî derkevin û rûhê berxwedanê bilind bikin. Bi rêxistinkirina jiyana azad bi felsefaya Rêber Apo em soza xwe ya tolgirtina jin û zarokên hatine dîl girtin dubare dikin. Li Sur, Cizîr, Nisêbîn û seranserê Kurdistanê gelê me yê têkoşîna berxwedaniya xweseriyê didin di serî de dayîk, jin û zarok em bi rêzdarî silav dikin. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya YPJ'ê de berxwedaniya ku pêşdikeve jî silav dikin. Û em weke jinên Êzîdî dibêjin; berxwedana we berxwedana meye."

(rc)