Jinên girtî: Li hember zihnyeta teşîrkar em ê serhildanê mezin bikin
11:44
JINHA
WAN - Girtîgiha Jinan ya Tîpa M a Wanê bi riya ajansa me payama 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dan û diyar kirin ku ew ê li hember zihniyeta teşîrkar serhildanê mezin bikin.
Girtigiha Jinên Siyasî a Tîpa M ya Wanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi riya ajansamê peyama pîrozbahiyê rêkir. Di peyamêde di serî de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar li jinên Kurdistanê û tevahî jinên cîhanê hat pîrzo kirin û hat diyar kirin ku têkoşîna Azadiya Kurd li dora jinan teşe digre. Di peyamê de hat gotin ku têkoşîna jinên Kurd ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînak û wiha hat gotin, "Desthilatdaran nekarî têkoşîna jinên ku di febrîqeyan de dixebitin bişkîne. Bi heman rûhî têkokşîna jinên Kurd hember pergal, hêzên destilatdar, komkujî, tûndî û her cureyê şîdetê heya roja îro berdwam dike. Ev têkoşîna Besêyan, tilîliyên Bêrîtanan û agirê serhildêriya Viyanan 8'ê Adarê bûye cejna jinên Kurd ên berxwedêr û azad."
'Jin bi rûhê têkoşîna dayîka xwedavend zindî bû'
Di peyamê de hat bi bîrxistin ku hember pergala desthilatdariyê mêr di sedsala 21'an de şoreşa jin tê avakirin û hat gotin ku ala şoreşa jina Kurd bi bîrdozî û rûhê dayîka xwedavend hember pergalê dê zîndî bibe û bibê bersiv. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Jinên Kurd ên ku bi parastina cewherîı û Jineolojiyê derketin kir û hember her cureyê êrîş bi cewhera xwe berxwedan û serketin. Ligel her êrîşê dewletê ev hêza bîrdozî têk neçûye û rûhê azad nekariye bişkîne. Jin bi têkoşîna xwe zanî bersiv bide pergalê û bi evînek mezin têkoşînê xwe berdewam dike."
'Rûhê jinên berxwedêr di girtîgehan de jî zindî hat girtin'
Di peyamê de qala şert û mercên girtîgaha jinan jî hat kirin û wiha hat gotin, "Dixwazin bi girtina jinan di nava dîwaran de ji ax û xwazayê qut bikin. Ji her mirov re şertên girtîgih zehmete, lê ji bo jin hîn zehmetire, ji ber girêdanek manevî ya jin û xwazayê heye. Lê jin di girtîgiha zehmet de jî be bi rûhê zindî reng didê 8'ê Adarê û rexistin bûna xwe bilind dike. "
'Divê jin berxwedan bilind bike'
Jinan di peyamê de bal kişandin ser şerên li Sur û Cizîrê tê pêk anîn û wiha domkir, "Polîtîkayên qirêj ên ku hember me tê kirin îro li Sur û Cizîrê xwe nîşan dide. Di serî de hevala me Ekîn Wan û rêhevalên me ên Sur û Cizîrê hatin qetilkirin û cenazeyê wan hat teşîr kirin. Êrîşa dewletê yê li hember têkoşîna jinê hember têkoşîna netewiye. Em boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tevahî jin veduxînin bilindkirina têkoşînê hember zîhniyeta teşîr kar. Wek jinên di girtîgeha siyasî a tîpa M ya Wanê em Roja 8'ê Adarê li tevahî jinên Kurd û jinên berxwedêr ên cîhanê pîroz dikin."
(dt/rc)