Jinên Cizîrî: Em ê qet ji bîr nekin û efû nekin
11:46
JINHA
ŞIRNEX - Jinên Cizîrî yên ku gotin wê Cizîr bi rûhê kesên ku hatin qetilkirin ji nû ve zindî bibe 'jêrzemînên' hovîtiyê ji nihave wekî dîroka bajar bi nav kirin. Jinên ku gotin " Em ê qet ji bîr nekin û efû nekin" dengê jinan û qîrîna wan qet ji nava bajar kêm nebû û dema ku tu ji zarokan bipirsî dewlet çiye ? bersiva ku tê dayîn tenê bi gotina "Zilm" bersivê didin te.
Piştî 79 rojan êrîşên qetlîamkar yên ku hatin navberdayîn, jin berî ku biçin li malên xwe binêrin berê xwe didin jêrzemînên hovîtiyê. Jêrzemînên ku dîroka zindî vedibêjin bi saetan li wan dua tê kirin û jinên ku tên van jêrzemînan nifir ji devên wan nakevin. Jinên ku êdî van jêrzemînên hovîtiyê wekî malên xwe dibînin gotin ku ew ê fermana tişta dewletê anî serê wan ji bîr nekin. Zarokên li Cizîrê yên ku kolan bi kolan vê hovîtiyê vedibêjin jî dema ku tu ji wan dipirsî dewlet çi ye? Bersiva wan "Zilm û mirin" e.
Jina bi navê Sabiye Aydin ya ku li jêrzemînên hovitiyê digere jî wiha got: " Doza me doza mirovahiyê ye. Ez 50 salî me. Min heta roja îro 3 qetlîam dîtine. Min ev qatlîam li gundê xwe yê Nisêbînê û li Cizîrê dîtine. Gelê kurd gelekî mazlûm e. Mirovahî tenê bi kurdan re heye. Tenê kurd mafê kesekî naxwin. Ev hovîtî û fermana ku hat serê kurdan nehatiye serê tu gelî û di tu olan de jî tune ye. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Çi dikin bila bikin wê zarokên me vê dîroka hovane binivîsin."
'Mehmet Tunç bang li her kesî kir lê…'
Ayten Turk ya ku li ber jêrzemînahovîtiyê ya yekemîn runiştibû wiha got: " Mehmet Tunç bang li her kesî kir tu dewletekê jî dengê wî nebihîst. Hemû cîhan bêdeng ma. Hemûyan li cem Tirkiyeyê cihên xwe girtin. Li cîhanê mafên mirovan nîne hemû gotin derew in."
'Mala me şewitiandin û xira kirin'
Semra Yen ya ku bi gotina 'vê dewletê çi anî serê me' dest bi axaftinê kir jî wiha berdewam kir: " Ciwanên me qetil kirin. Di serî de gundên me şewitandin. Ji ber vê em li Cizîrê bi cih bûn. Ev 20 sal e ku em li vir dijîn. Li vir jî mala me şewitaindin û xira kirin."
Zarok: Wê poşman bibin
Zarok jî tiştên ku jiyan e bi dilpakiya zarokatiya xwe tînin ziman û dibêjin ku dewletê malên wan û taxên wan bombe kirine. Ji van zarokan zarokê bi navê C. G wiha dibêje: " Dema ku dewlet van hovîtiyan dike qet şerm nake? Ma em neguneh in."
(mk)