Komîteyê tertîpa Wanê bernameyê Newrozê eşkere kir

12:31

JINHA

WAN - Komîteya Tertîpa Wanê ji bo pîrozbahiya 21'ê Adar'ê daxuyanî da çapameniyê.

Komîteya Tertîpa Wanê ji bo pîrozbahiya 21'ê Adar'ê daxuyanî da çapameniyê.
Li Wanê ji bo 21' ê Adar'ê pîrozbahiyê Navenda Çanda Mezopotamya'yê daxuyanî dan. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban, Rêvebere HDP'ya Wanê Necmî Kalçik, Hevseroka DBP'ê Caziye Duman, Endama Meclîsa Dayikên Aştîyê û nûnerên HDP û DBP'ê jî li vir kombun. Rêvebarê komîteyê Tertîpa Necmî Kalçik dest pê axaftina xwe kir û got: "Pêşiyê Newroza gelê kurd pîroz dikim. Newroza îsal dê bo gelê kurd bibe azadî û berxwedan. Ew roj heya Newrozê em ê dest bi xebatên xwe bikin."

Necmî dawiya axaftina xwede diyar kir ku rojên pîrozbahiya Newrozê wiha ye:

*Saray, Vestan û Elbakê jî 15'ê

*Kelkele û Miksê 16'ê Adarê

*Payizava û Çaldiranê 17'ê Adarê

*18 Adarê Şax û Bêgir

*Wanê 19 Adarê

*Erdîşê jî 20'ê Adarê Newroz bê pîroz kirin

(hk/rc)