Radyo Rengîn dê di 8Adarê de tenê ji bo jinan weşanê bike

13:05

JINHA

MERDÎN - Li navçeya Qoserê Radyo Rengîn a ku radyoya herî zêde tê guhdarkirin e, dê roja 8'ê Adarê hemû weşan ji aliyê jinan ve bê pêşkêşkirin.

Li navçeya Qoseyê ya Mêrdînê Radyo Rengîn a ku radyoya herî zêde li herêmê tê guhdarkirin di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de dê hemû weşana xwe ji bo jinan veqetîne û hemû bername ji aliyê jinan vê pêşkêşkirin. Gerînendeyê Nûçeyan, rojnamevan Yaşar Aksû û koordînator- edîtorê Radyo Rengîn Ramazan Kaya têkîldarî mijarê agahiya ''em ê tevî bernameyên heyî û hin yên ji bo wateya rojê teybet, tevahî pêşkeşvaniyê bihêlin ji jinan re. Em wek Komîteya Weşanê ya Radyo Rengîn, beriya niha cend rojan ev biryar da. Piştre me bi hevalên jin re ev biryar parve kir û piştî ku pir bal kişand me tevlî hevalên di vê projeyê de cîh bigirin re hewl da proweyan. Ji bo girîngiya roja jinê konsepta weşanên xwe bi tevahî kire reng û dengê jinê. Ew wek xebatkarê Radyo Rengîn ê ked dayîn vê sazûmaniya bêhempa, weşanên di 8 adarê de bê kirin diyarî hemû jinên tÊkoşer û kedkar dikin. Bi vê firsendê me xwest em balê bikişînin li ser keda jinê û mêr jî êdî li beranberî jinan bi hesasî nêzîk bibin" da.

Yaşar, wiha got: "Em mêr, divê ji bo jiyanek hevpar û azad di serî de mêrê di hûndirê mêjiyê xwe de bikujin. Piştre bi lêgerina heqîqetê, heqîqet wê jî nûh ve werê. '' Ramazan jî wiha axivî: ''Em êşa bi hezar salan ve domayî û bi vê domandinê ve bûyerên hê dijwartir dijîn. Ev gavek çiqasî biçûk be jî me bi vê biryarê xwest balê bikişînin li ser heyîna jinê. Em hêvîdarin ku wê berferehtir bibe."

Plansaziya weşanên Radyo Rengîn a konsepta ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wiha ye;

Saet di navbera 09:00 - 11:00 de, bi bernameya 'Rojbaş', wê bi dosye û nûçeyên jinê rojbaşiyê li rojê bê kirin. Bernama Rojbaş saetek bi kurdî û ya din jî bi tirkî ji du beşan, pêk tê.

Saet 13:00 de wê bultena nûçeyên navrojê werin pêşkeşkirin

Saet di navbera 14:00 - 16:00 de bi bernameya 'Dengê Jinê' tevlî bi mêvanên teybet re wê li şîrove û nîrxandina li ser wateya rojê werê kirin.

Saet 15:00 û saet 17:00 de wê dîsa bûltenê nûçeyên demê werê parvekirin.

Saet 19:00 de wê bi bultena nûçeyên dawiya rojê bi berfirehî werê pêşkeşkirin

Her wiha li saet 21:00 de jî wê di bernameya bi navê 'Okuyucu' de beşa 5emin a pirtûka bi deng werê xwendin. Navê pirtûka tê xwendin ''Qêrînek Bêdeng Rindêxan'' e.

Ji bilî van bernameyê zindî di konsepta weşanê de, dê dosyeyên teybet ên li ser wateya 8 ê Adarê Roja Jinên Cihanê wek panorama jî cîh bigirin

(rc)