Peyama 8 Adarê ên jinên girtî û Bêrîtan

13:27

JINHA

AMED - Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer jî di nav de jinên girtî peyama 8'ê Adarê şandin.

Nuçegîhana me Berîtan Canozer jî di nav de 32 girtiyên jin yên ku li girtîgeha tîpa E ya Amedê dimînin ji bo 8'ê Adarê Roja jinên Kedkar ên Cîhanê peyam şandin.

Peyama jinên girtî wiha ye:

Gurbet Ozturk: Li ser Kurdistanê di tevahiyadîrokê de êrîşên tacîzkar û tecavuzkar her pêk hatine. Li hemberî van hemû pêkanînên dijmirovî yên li ser Kurdistanê bi rengê xwe û bi xwedîderketina li têkoşînê rawestîn û li berxwedan erka jinê ya herî exlaqî û wijdanî ye. Eez hemû jinan vedixwînim berxwedanê.

Yaşar Akboga: Divê ku jin di mewziyan de cihê xwe bigirin û ji şoreşê re pêşengiyê bikin.

Ece Gokdag: Tişta ku rêbertiyê derxistiye hokm îdeolojiya rizgariya jinê ye. Hêza jinê di şoreşa rojava de xwe da der. Zîhnîyeta desthilatdar mêr di bedena jinê de li namûsê digere. Îro li ser erdnîgariya me êrîş heye. Divê ku jinên ciwan ji şoreşê re pêşengiyê bikin û berxwedanê pêş bixin.

Zîn Avesta: Em roja 8'ê Adara jinên têkoş, kedkar û dayikan pîroz dikin. Dî van rojên ku em ber bi şoreşê ve dimeşin em dibêjin ku bila hemû jin din ava hêzên YPS - JIN de cihên xwe bigirin.

Sozdar Zap: Divê ku em ji bîr nekin di van rojên ku em ber bi şoreşê ve diçin hem hêza xwe ji şehîd û serokatiya xwe digirin. Bi felsefeya serokatiyê em ê civaka nû bi destê jinan ava bikin.

Sadet Akin: Têkoşîna YPS - Jin a ku rengê jinê di nav xwe de dihewîne ji bo me bûye hêvî. Li ser vê bingehê em hemû jinan vedixwînin eniya berxwedanê.

Emtullah Akçara: Şerê taybet yê ku bi teşhîrkirina bedena jinê li ser medyaya civakî bi beden bûye, têkçûna şerê taybet ê AKP'ê ye. Em hemû jinan vedixwînin ji bo ku li hemberî vê tacîz û teşhîrê dengê xwe bikin ye û bilind bikin.

Sevgî Kuçuk: Ez 8'ê Adara hemû jinan pîroz dikim û wan vedixwînim piştgirî û mezinkirina şoreşê.

Lale Kabîşan: Divê ku em bi nasnameya xwe ya jin têkoşîna xwe bilind bikin. Divê ku hemû jin tevlî YPS - JIN, YPJ û YPŞ'ê bibin û şoreşê pêşve bibin.

Havva Bayram: Ji aliyê jinên kurd ve dîroka azadiyê ya jinê tê nivîsandin. Her jina têkoşer guleyeke ku li dewletê dikeve ye. Ger ku em azadiyê bînin wê her roj ji bo me bibe roja 8'ê Adarê.

Fatma Gokhan: Em jinên kurd em ê bi hêza xwe hemû qirêjiyê dewletê derxînin holê.

Leyla Uyanik: Me jinan gelek êşên mezin der bas kirin û em ji mirinê filitîn. Me tucaran ev qet ji bîr nekir. Divê em ji bîr nekin ku tişta bi serê jinekê hatiye bi serê me hemû jinan hatiye. Divê ku em bi hev re bibin yek û ji şoreşê re pêşengiyê bikin.

Alîye Yilmaz: Zilma ku li jinên kurd tê kirin di kesayetiya jinên kurd de li hemû jinên cîhanê tê kirin. Ji ber wê jî em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên kur û li cem wan cih bigirin.

Hatîce Çelîk: Em bang li hemû jinan dikin ku berxwedanê mezin bikin.

Laleş: Divê ku em hemû jin bi yek bin û li hemberî zîhniyeta qirêj ya mêr li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin YPS - JIN' ê

Zehra Eplî: Her çîrke ji bo ku em şoreşê bi pêşengiya PKK'ê pêk bînin ji bo me firsendek e. Ez 8'ê Adara hemû jinên kedkar û têkoşer pîroz dikim.

Kader Sakli: Îroj em bi pêşengiya YPS - JIN'ê dibînin ku têkoşîna jinan derketiye lutkeyê. Divê ku em jinên kurd jî din ava vê berxwedanê de cihê xwe bigirin.

Elîf Akçeren: Ez hemû jinan vedîxwînim berxwedana azadiyê. Ji bo înşayeke nû ya jiyanê.

Esma Başkale: Jina ku wekî kole jiyana xwe berdewam dikir di kesayetiya jinên kurd yên berxwedêr de bûne jinên têkoşer.

Songul Kuçuk: Ji vira ji bo hemû jinan peyama min e. Divê ji bo ku rabin ser piyan dilê wan biêşe. Li hêviya ku bedena xizmê wan jî bê teşhîrikirinin gelo? Ez hemû kesê ku ji xwe re dibêje ex mirov im vedixwînim berxwedana li hemberî komkujiyan.

Mizgîn Çîçek û Evrîm Rodî: Em jinên PAJK'î yên girtî em ê li ber xwe bidin. Divê ku em ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin.

Nîda Kutlu: Berxwedana xudawend Înana di roja me de di berxwedana azadiyê ya jinan de veguheriye xwe parastinê. Ji ber vê jî divê ku her jinek parastina xwe ya rewa bike.

Makbûle Ozbek: Bi taybetî jinên kurd û bi giştî hemû jinên li cîhanê divê berxwedana xwe bikin ye û ber bi Îmraliyê ve bimeşin û tecrîda li ser serok Apo rakin.

Bêrîtan Canozer: Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê pêk hat wê jin li bakurê Kurdistanê jî destkefitiyên mezin bi dest bixin û azadiya jinê binivîsin. Divê ku em li hemberî zîhnîyeta ku ber bi DAIŞ'bûnê ve dimeşe wekî Arîn, Zîlan, Berîtan li ber xwe bidin û zîhniyeta dijîmin bişkînin.

Zelîha Kocaman: Li bakurê Kurdistanê YPS - JIN têkoşîneke bê hempa ya ku jinan li hemeberî pergala desthilat dar daye destpêkirin e. Em jinên PAJK'î hemû jinan vedixwînin ku xwedî li şoreşa jinê derkevin.

Gulbahar Pervane: YPS - JIN li Bakur bi jinên kurd re dîrokê dinivîse. Ez hemû jinan vedixwînim ku bibin şopdarên heqîqetê.

Serap Burak: Ez têkoşîn û serkefitna jinên li Bakur û Rojava bi felsefeya Rêber Apo ve girê Didim. Divê ku jin her di nava berxwedanê de cihên xwe bigirin.

Jiyan Ateş- Rehşan Aydin: Ez pêşketina jinan ya din ava PKK'ê de bi îdeolojiya Serok Apo ve girêdidim. Divê ku jin dîoroka xwe ya nehatiye nivîsandin bi bîr bînin û bibin yek.

Dîlan Ozgan - Ruken Oruç: Ruhê têkoşer yê xudavend Înana û Star îro bi Sema Yuceyan re Arîn Mîrkanan re Ekîn Wan re derketiye holê . Bang li hemû jinan dikim kul i ber xwe bidin.

(mk)