'Bi qirîza aboriyê ya Başurê Kurdistanê re şideta ser jinan zêde bûye'
13:34
JINHA
SİLÊMANÎ - RÊWAN bi boneya 8'ê Adarê encama lêkolînên xwe yên ser rewşa jinan li Başurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re par kir.
Rêxistina Rewşenbîrî û Ragihandina Jinan (RÊWAN) ya Jinan, li navenda xwe ya Taxa Karêze Wişk a Silêmaniyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de encamên lêkolînên xwe bi raya giştî re par kirin. Di daxuyaniyê de Rêvebira RÊWAN Rojnameger Hana Şiwan axivî. Hana destnîşan kir ku wan 2 lêkolînên ku têkildarî rewşa jinan di saziyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û rewşa jinan piştî qirîza aborî kirine.
Hana encama lêkolînên wan kirine wiha anî ziman; "Li gor encama lêkolîna me yên li bajêrên Hewlêr, Silêmanî, Kerkuk û Raniya li ser rewşa jinan piştî qirîza abûrî û bandora ser jinan çêkiriye, ji sedê 40 piştî krîza aborî, tundiya dijî jinan zêde bûye. Her wiha li bajarên weke Silêmanî ji sedî 94, Hewlêr sedî 94, Ranya 69 û Germiyan jî 78'ê jinan di mijara aborî de bawerî bi ragihandinê nîne.
Di lêkolîn pirsa me ya derbarê rewşa jinan di saziyên fermî de derketiye ku ji sedê 50'ê jinên li saziyên fermî yên hikûmetê rastî astengiyan tên. Her wiha rastî tacîz, gef û zextên rêveberên dezgeh û saziyên lê kar dikin tên. Îsal li gor salên borî ev rêje hîn zêdetir bûye. Her wiha bandorên krîza aborî yên li ser karê jinan jî hîn zêdetir bûye."
(şb/zt)