10 xwendekar rastî istîsmara zayendî hatin!
13:44
JINHA
EDENE - Mamosteyê dibistana navîn îstîsmarê zayendî hember xwendekarê xwe pêk anî. Piştî ku xwendekar bûyer vegotin mamoste hat girtin.
Mamosteyê dibistana navîn Z.G ya ku li Taxa Mahfesigmaz a Çukurova Edenê, îstîsmarê zayendî hember xwendekarê xwe pêk anî û hat girtin. Piştî ku malbat rewşê zarokan û bûyer ferq kirin, bi lîjenyê dibistanê re rewş hat vegotin. Li ser vê yekê hevdîtin bi xwendekaran re hat kirin û derket holê ku mamoste 10 xwendekarên xwe tacîz kirî. Mamoste hat binçavkirin û li aliyê din zarok ligel derûnzan Zarokan dibin dê îfade bidin polîsan.
Piştî ku îfada zarokan hat girtin mamoste Z. G bi sucê "Ji zarokan re tacîza zayendî pêk anî' darket pêşberî dadgihê û hat girtin.
(dt/rc)