Li Colemêrgê şahiya 8'ê Adarê

13:52

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê Şahî 8'ê Adarê berdewame. Di şahiyê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku 8'ê Adarê mizgîniya hatina bihar û Newrozê ye.

Li Colemêrgê 8 Adar Roja jinên Kedkarên Cihanê bi coşek mezin tê pîroz kirin. Şahî li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran despêkir. Di şahiyê de Pankarta "Em bi Ekinan Sêvêyan bi rûhê berxwedanê dimeşin ji bo azadiyê" hat vekirin her wiha bi wêneyên Sakine, Arîn û Sêvê hatine bilind kirin. Ji qadê diruşmên "Jin Jiyan Azadi" birez dibin. Hevseroka HDP'a Colemêrgê û Hevseroka Giştiya KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî di navê de gelek jin li qadê kombûne. Li qada bi rengê jinan hatî xemilandin şahiyê despêkir.

Di destpêkê de Hevseroka HDP'ê a Colemêrgê Emîne Armut axivi. Emine bal kişand ser rola jinê di avakirina civakê de û wiha domand; "Ez roja 8 Adarê Roja Jinên Kedkarên Cihanê li hemû jinan pîroz dikim. Ev roj rojek pîroze, roja keda jinan bê dîtine. Em dê bi riya Sêvê û Sakineyan mizgîniya azadiyê bidin rêvehalên xwe yên jin. Emê di vê rojê de azadiya xwe mîsoger bikin. Li her deverê jin li ser piyanin û jin bi xwezayê re bûne yek."

Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî diyar kir ku jin dê bi şopa Sêvêyan de bigihijin azadiyê û wiha got: "Ev roj vebûna kulilka azadiyê ye. Hişmendiya dagirker û şer ji hêza me jinan ditirse ji ber ku em jin pêşengên azadiyê û aşitiyê ne. Yên Sêvêyên me qetil kirin, di jêrzeminan de gelê me qetil kirî, bila bizanin ku ger wan Sêvêyek qetil kiribe dê sed hezar Sêvê biafirin li ser Kurdistanê. Em jin û mêr dê bi hev re aşitiyê aramiyê bînin Kurdistanê. Bêhna aşitiyê ji jinan tê. Em êrîşkarên jinan qetildikin û bedena wan ji bo tehşîrkirinê tazî dikin şermezar dikin. Mizgîniya biharê, Newrozê û 8'ê Adarê pîrozbe."

Pişti axiftina Selma Koma Erbanê û Hûnermend derketin ser dikê Şahî berdewam dike.

(zyd/zt)