Dayîka Mehmet ji cihê ku hêlayî bang lê kir

14:24

JINHA

ŞIRNEX - Dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Orhan Tunç, Esmer Tunç hate "jêrzemînên" ku bi zarokên wê re bi sedan mirov hatin qetilkirin. Esmer Tunç gotina "Min nekarî sed metreyê bêm û ji bo zarokên xwe bibim derman", xwîşka wan jî wiha got, "Cizîr tu caran nakeve. Em ê zarokên xwe bi çîroka vî jêrzemînê mezin bikin û hêrsa wan zêde bikin."

Dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Orhan Tunç, Esmer Tunç yekem car bi dehan jinan ve hate "jêrzemînên" ku bi zarokên wê re bi sedan mirov hatin qetilkirin. Esmer Tunç a ku ji bo kesên di "jêrzemînên hovîtiyê" de xilas bikin gelek caran derketin rê lê hatin astengkirin dema ku hate jêrzemînê gotina "sed metre mabû min nekarî we xilas bikim" bi kar anî.

Jinên ku hatin jêrzemîna yekemîn lenet li dewletê kirin û lorandin. Esmer Tunç a ku li gel re kete hundir û geriya ev tişt anî ziman: "Berê jî ez hatim min qîr û gote kes tuneye lê deng nehat. Min zarokên xwe winda kir. Sed metre nêzîkî zarokên xwe bibûm lê leşkeran nehiştin. Nehiştin ez zarokên xwe xilas bikim. Ji bo wan nebûm derman. Mehmetê min ciwanên vê derê tenê nehişt bi wan re ma. Ji vî jêrzemînê qatlîam ji cihanê re ragihand. Kesek nehat hawara Mehmetê min. Bila lenet li Ewropayê, Amerîkayê yên dibêjin mafên mirovan heye. Werin bibînin ev dewlet dê rovekî we hemûyan bişewitîne. Ev hovîtî dê me hemûyan bişewitîne."

'Em ne bira ne'

Xwîşka Mehmet û Orhan Tunç, Fatma Îzleyîcî jî li hemberî nivîsa li ser jêrzemîna duyemîn hatiye nivîsandin a"kurd û tirk bira ne" nerazîbûn nîşanda û wiha got: "We Cizîr şewitand, mirov bi saxî şewitand ma ev e biratiya we. Em ê tu caran bi we re nebin bira." Fatma bang li Kurdistanê kir û wiha got: "Hûn xwedî li Cizîrê derneketin, qet nebe xwedî li Sûr û Hezexê derkevin."

'Gelo hûn rehet radizên'

Fatma Îzleyîcî ya ku hate ber jêrzemîna sêyemîn hêrsa xwe wiha anî ziman: "Bila kes negirî êdî. Gelo wijdana cihanê rehet e, ew mirovino hûn bi rehetî radizên? Li ber çavên hemû kesan 300 kes bi saxî hatin şewitandin. Bila kes kêfxweş nebe û nebêje Cizîr qediya, Cizîr nakeve. Em ê zarokên xwe bi çîroka jêrzemînê mezin bikin û bila hêrsa wan zêde be."

Çenteyeke aydî xwendekarekî jin hate dîtin

Jinên ku li jêrzemîna sêyemîn xirbeyên heyî bi destên xwe ve rakirin çenteyekî aydî xwendekarekî keç dîtin. Jinên ku cilên li hundirê çenteyê maçî kirin û lorandin.

(rc)