Jinên Wanê wêneyên jinên hatî qetilkirin didin jiyandin
14:54
JINHA
WAN - Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Wanê ligel xwandekarên Navenda Çanda Mezopotamyayê wêneyên jinên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û dûvre bedenê wan hatî teşîr kirin di pêşengehê de hat pêşandan.
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) û xwendekarên Navenda Çanda Mezopotomya a Wanê li Parqa Hunerê wêneyên jinên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û dûvre bedenê wan hatî teşîr kirin di pêşengehê de hat pêşandan. KJA'ya Wanê, Hevseroka Rêxistina DBP'ê Caziye Duman, MEYA-DER, nûnerên Rojînê , Endama Meclîsên Dayikên Aştiyê û gelek jinên navendê û jinên ciwan ji bo pêşendanê li Parqa Hunerê hatin ba hev. Pankarta bi rengê spî û mor a li ser "Bedewiya jinê berxwedane" hat vekirin.
'Bedewiya Jinê berxwedana jinê ye'
Aktîvîsta KJA'ya Wanê Nazmiye Acar li ser navê KJA'yê dest bi axaftina xwe kir û got:" Eger ku hûn dixwazin jin nasbikin berê xwe bidin nivîs û hunerên jinan. Da bê zanîn bedewiya jinê berxwedane. Em jinên Wanê dizanin ku ji aliyê cîhanê ve nayên dîtin. Lê em bi rengê xwe û bedewiya hunera xwe bidin jiyandin. "
'Jin azad nebe civak jî azad nabe'
Nazmiyê wiha dirêjî da gotina xwe, "Em jin azadiya xwe bi rêxistina xwe bistînin û li gel me rêxistin nebe em jî azad nabin. Em berê xwe didin dîrokê, jinên bi navê Clara Zetkinan heya Sêvêyan, Fatma û Pakîzeyan ji bo me jinan têkoşîn dan. Niha jî em ê têkoşîna rêxistinkirî bidin berdewam kirin. Ji ber ku jin azad nebe civak jî azad nabe."
Nazmiyê bi van hevokan dawî li gotina xwe anî, "Em bejna xwe bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê jinên azadîxwaz û berxwedêr yên li Cizîr, Sur û tevahî cîhanê hatine qetilkirin ditewînin. Em soza berdewam kirina têkoşîna azadiyê didin."
(hk-db/rc)