Li Mêrsînê jinan rêveberiyên cewherî û têkoşîna rêxistinî vegotin

15:44

JINHA

MÊRSÎN - Ji aliyê Şaredariya Akdenizê û Hevparên KJA ya Mêrsînê bi hev re di çarçova çalakiyên 8'ê Adarê de bi mijara "Jin û Rêveberiyên Xwecihî" panel lidarxistin.

Ji aliyê Şaredariya Akdenizê û Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) a Mêrsînê bi hev re di çarçova çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi mijara "Jin û Rêveberiyên Xwecihî" panel lidarxistin. Endama Meclisa Şaredariya Akdenizê Ayşe Aydogan moderatoriya panelê kir. Ji Heyeta Îmraliyê û Berdevkên KJA yê Ceylan Bagriyanik, Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu, Cîgirên Hevşaredariyê Sebahat Gençtaarih Cebe û Ulfiye Ozcan, Hevseroka HDP'ê ya Navendê Didar Gonul Gul û gelek rêxistinên jinan jî di navê de gelek jin beşdarbûn.

'Tecrit li her derê ye'

Di panelê de Ceylan Bagrıyanık, Endama PM ya DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel Pakize Nayir û aktîvîsta KJA yê Fatma Uyar ên li Silopiya hatin qetilkirin bibîranî û got: "Tenê rêyek a pêşîlêgirtina şidetê heye. Di rêya wê de hevalên me Sêvê, Pakîze û Sara bedelên giran dane û hîna jî didin. Ez difikirim ku kêm axaftin pir kar kirin hîn baştir dibe bersiv. Emê li qadan bûyîna şervanên azadiya jinê berdewam bikin. Li bajarên hilweşandî û xirakirî jî jin dikarin bên bahev û 8'ê Adarê pîrozdikin. Dikarin gelek tiştan bigirin, lê ticarî nikarin hêvî û baweriya me ji destê me bigirin."

Piştî beşa pirs û bersivan panel dawîbû.

(zt)