Jinên Geverê li pîşt barîkatan 8'ê Adarê pîroz kir

15:59

JINHA

COLEMÊRG- Jinan li qeleya berxwedanê Geverê li hemberî hemû êrîş û astengiyan pişt barîqatan 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi coşek mezin pîroz kirin.

Li navçeya Gevera Colemergê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de li hemberî hemû êrîş û astengiyan Parka Musa Anter ya pîşt barîkatan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê ku diyariyê Sêvê, Fatma û Pakîzeyan kirin, bi coş pîroz kiri. Bi sedan jinên ku cilên netewî dan ber xwe bi coş û kelecan herîkin qada pîrozbahiyê.

Di qada şahiyê de pankarta li ser "Bi rûhê berxwedana Sêvê û Ekînan em ber bi azadiyê ve dimeşin" nivîsî û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate daliqandin. Jinan wêneyên Sakîne Cansiz, Fîgen Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2011'an de ji aliyê hêzên tarî ve li Parîsê hatin qetîlkirin û wêneyên siyasetmedarên jin Sêvê, Pakîze û Fatma yên ku li Sîlopiya ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetîlkirin hilgirtin. Qada pîrozbahiyê bi alên KJA'ê hate xemîlandin. Jinan bê navber dîrûşmeyên wek "Bijî têkoşina 8'ê Adarê" , "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî"berz kirin. Di pîrozbahiyê de bi sûrûda "Ey Reqîb" ji bo kesên di têkoşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin.

'Eger îro em li qadan in ev saya jinên têkoşer in'

Pîştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Taxê Nazîfe Evîn axaftina vekirinê kir. Nazîfe di serî de xêratina girseyê kir û 8'ê Adarê li hemû jinan piroz kir. Nazîfe li ser giringiya 8'ê Adarê axivî û ev tişt got: "Îro ji bo jinan ev roj gelek giring e. Îro jin li hemberî hemû astengî û êrîşa dagirker derketin qadan û hêza xwe nîşanda. Bi deh hezar sale ku ji aliyê hêza degirker ve hatin tune kirin. Dayîkên me baş dizanin êşa ku jinên kurd çawa kişandine. Eger îro em herîkin qadan bi saya bedelên hevalên me ne. Bi hezaran cangorî ji bo azadiya gelê kurd canên xwe feda kirin." Piştre nameya ku jinên kurd di girtîgehê de ji bo 8'ê Adarê nîvîsîn bûn hate xwendin.

'Heya ku jin hebin dê berxwedan ji berdewam be'

Hevşaredara Geverê Adîle Koza jî derket ser dîkê û ev tişt got: " Jin li her derî bi hovane tê kuştin û tune kirin, di dîrokê de ji ber jin daxwaza mafê xwe kirin, di fabrîkeyê de hatin şewîtandin û îro jî dewleta tirk di şaxsê jinê de dixwaza gelê kurd tune bike. Em jî dibêjin ku heya jinek jî hebe dê jin li ber xwe bidin û serî natewînin." Pîştî axatfinan dengbêj Behiye derket ser dike û stranên xwe got.

'Jin li hemberî êrîşan tu carî serî natewînin'

Koma Muzîkê ya Geverê derket ser dikê û bi stranên xwe jinên qadê coşand. Piştî muzîkê Endama KJA'ê Leyla Guven jî 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got ku jinên Geverê tu carî li hemberî êrîşan serî danaynin û dê li berxwebidin. Leyla anî ziman ku jin îro ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li qadan in û azadiyê berz dikin. Leyla diyar kir ku bi rûhê berxwedana Sakîne, Sêvê û Pakîzeyan li qadan in û hêza xwe didin nîşanê xwînxwaran didin.

Pîrozbahî bi stranên Hunermenda kurd Meral Tekçî gihişt asta herî jor û jinan li ber staran govend gerandin û dawî li pîrozbahiyê xwe anîn.

(ho/rc)