Wexfa Jinên Rojava xebatên xwe mezin dike
16:59
Adar
7
/ 2016
JINHA
QAMIŞLO - Avahiya Weqfa Jina Azad a Rojava bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de 8'ê Adarê jî hate pîrozkirin.
Avahiya Weqfa Jina Azad a Rojava bi beşdariya sedan jinan bi merasîmekê hat vekirin. Nûnerên Kongreya Star, TEV-Dem, Rêveberiya Xweser, saziyên jinan û endamên YPJ'ê amade bûn. Axaftina vekirinê ji hêla rêvebera weqfê Axîn Amed ve hate kirin. Axîn di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Bakûrê Kurdistanê û 8'ê Adarê li hemû jinan bi taybetî jî li jinên Bakûrê Kurdistanê pîroz kir.
Marasîm bi gerandina govendê dawîbû.
(ee/zt)