Li seranserê Kantona Cizîrê pîrozbahiyên 8'ê Adarê
18:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantona Cizîrê bajarên Dirbêsiyê, Amûdê, Girkê Legê û Til Temir pîrozbahiyên 8'ê Adarê berdewam dikin.
DIRBESIYÊ
Li Dirbêsiyê mamoste û xwendekarên peymangeha şehîd Roza Cûdî ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê bi cilên kurdî hatin peymangehê û ders dîtin. Di dawiya dersê de şahî lidarxistin. Mamoste Nesrîn Mamê jî cejna 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. Mamosta û xwendekaran şahiya xwe bi gerandina govendê dawî kirin.
GIRKÊ LEGÊ
Li bajarê Girkê Legê, Kooperatîfa Jinên Şaredariya gundê Kêşikê firotgeheke cilên gelerî yên kurdî bi navê firotgeha Nûjen vekir. Gelek kes beşdarî şahiya ji bo vekirina firotgehê hatî amadekirin bûn.
TIL TEMIR
Jinên Şaredariya bajarê Til Temir kolan paqij kirin û bi ser hemû sazî û dibistanan dar belav kirin.
AMÛDÊ
Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Şaredariya Amudê bi navê Star pêşengeha cilên Kurdî vekir. Endama Kongreya Star Hemşê Heyder û Hevşaredar Dîcle Silêman, Cîgira Desteya Rêvebiriya Herêm û Şaredariyan Sema Bektaş tevlî çalakiya vekirina pêşangeha Star bûn.
(kom/zt)