Ji jinên zanîngehê "Jin ji bo jiyanê li berxwe didin" vekirin
17:11
Adar
8
/ 2016
JINHA
STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Stenbol li Navenda Kampusê bi boneya 8'ê Adarê tevî wêneyên jinên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin panqerta "Jin ji bo jiyanê li berxwe didin" daliqandin.
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Stenbolê bi boneya 8'ê Adarê li Navenda Kampusa Beyazitê çalakî pêk anîn. Ligel tacîzê polîs û hêzên taybet jî, jin bi stran û govendê xwe şahiyê xwe berdewam kirin. Xwendekarê Zanîngehê li ser avahiyê wêneyên jinên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hat daliqandin û panqerta "Jin ji bo jiyanê li berxwe didin" vekirin.
(dt/rc)