Jinên Rojava bi rûhê berxwedanê daketin qada
18:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên Kantona Efrîn û Kobanê bi cil û bergên xwe ên gelêrî daketin qada mitînga 8'ê Adarê û bi coşek mezin gotin em di berxwedanê denin.
EFRÎN
Jinên Efrînê yên ku rastî êrîşên komên çete û dewleta Tirk tên, 8’ê Adarê bi çalakiyên girseyî pêşwazî dikin. Li navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîrozbahiyeke navendî hat organîzekirin. Bi hezaran jinên ji navçe û bajarê Kantona Efrînê bi dirûşmeya "Berxwedaniya jinên Bakur bi pêşengîtiya jinên 8’ê Adarê bi ser dikeve" li ser rêya ketina navçeya Mabetayê kom bûn û ber bi cihê pîrozbahiyê ve herikîn.Jinên ku cil û bergên folklorî li xwe kirin bi dirûşmeya "Jin, jiyan û azadî" diherikin navçeyê. Jinan her wiha pankartên "Bi jina azad ber bi Neteweya Demokratîk ve", "Berxwedana jinê li hemberî qirkirina nasnameya Kurdî ye" û "Duh Roza bû û îro jî Sara ye, tu ji bîr neke" vekirin. Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, nûnerên Meclîsa Herêmên El-Şehbaa, jinên partiyên siyasî, şervanên YPJ û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî vê pîrozbahiyê bûn.
Di berdewama şahiyê de Endama Korodînasyona Kongreya Star Zelal Cîger axivî û roja 8’ê Adarê li tevahî jinên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û wiha got, "Jinan bi tekoşîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsîne. Jinên têkoşer bi xwîna xwe û li ser fikre û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha sereke ya ber bi azadiya jinan danîne. Jin dê dîroka xwe binvîsin. Bi vê yekê jî dê hemû rastiyên di dîroka bi zihniyeta zilam hatiye nivîsandin eşkere bibin. Jin dê berxwedan û têkoşîna xwe heya tevahî jinên cîhanê mafê xwe bidest bixin bidomînin. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê ne bi tenê wê roja jinan be, lê belê wê jin bi berxwedan û serkeftinên xwe yên di qadên şer de hemû rojan bikin rojên jinan. Jin gihiştin asteke bilind a azadiyê, ji ber vê yekê pêwîste zilam xwe ji sîstemên desthiladar rizgar bikin.”
Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin ji aliyê hêzên Asayîşa jin, Hêzên Parastina Civakî yên Jin tê parastin û tevgera çûn û hatin jî ji aliyê polîsên trafîkê ve hat qontrolkirin. Pîrozbahiyê 8'ê Adarê li Efrînê bi çepik û tilîliyê jinan bidawîbû.
KOBANÊ
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Tevgera Jinên Ciwan a Kantona Kobanê meşek ji gundê Şêranê heya navenda bajêr pêk hat. Meş saet di 11:30’an de li ber Qada Azadî destpê kir. Di meşê de jinan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiya jin, pankartên wekî “Bi xwîn û berxwedana jina Kurd li Kobanê sembola azadiya jinê li cîhanê geş bû”, “Em berxwedana Bakûrê Kurdistanê silav dikin û êrîşên AKP’ê bi tundî şermezar dikin”, “Em 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar yên cîhanê pîroz dikin” û alên Kongreya Star, TEV-DEM, YPG û YPJ hatin vekirin. Di meşê de her wiha jinan dirişmeyên “Jin, jiyan û azadî”, “Jin jiyanê dafirînê” berz kirin. Di şahiyê de daxuyaniya Kongreya Star hat xwendin û wiha hat gotin, "Roja 8'ê Adarê bi rûhê berxwedana bakûrê Kurdistanê em têkoşîna jinan bilin bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "em weke Kongireya Star bangî hemû gelê xwe dikin, bi taybet jin 8`ê Adarê bi çalakiyan pîroz bikin. Bi serhildana û bi rihê berxwedana bakurê kurdistanê tekoşîna jinan bilind bikin."
Jinan di mitîngê de berxwedana jinan silav kirin û bi gerandina govendê bi dawî kirin.
(kom/rc)