KESK bi boneya 8 Adarê daxuyanî da çapameniyê
08:46
JINHA
WAN- Li Wanê KESK'ê (Yêkitiya Welatên Giştî Kedkar) li Parka Feqiyê Teyran bi çalakiya runîştinê 8'ê Adarê pîroz kirin û daxuyanî dan çapameniyê.
Jinên Kedkar ên KESK'ê bi boneya 8'ê Adarê li ber deriyê avahiyê xwe daxuyanî da çepamenî. Jinên Kedkarên KESK'Ê bi flarên spî û mor sûtiyê xwe dan û bi pankartên " Rabe ber xwe bide û azad bibe","Ev çîrok jî berxwedan jî ya meye" vekirin.
'Dewlet dibêje ku çav û guhên xwe bigrin'
Karmenda bi navê Fîgen Çolakoglu li ser navê meclîsa jina hemûya axavî û wiha got, "Ji ber ku polîsan meşa me asteng kir, em li vir çalakiya rûniştinê pêk tînin. Hêzên dewletê dibêjin ji qetilkirin û teşîrkirina bedena jinan re guh û çavên xwe bigrin. Em jî dibêjin ku em ê ber xwe bidin û berxwedana xwe jî mezin bikin. Hikumeta AKP'ê li ser polîtîkayên xwe yên mafê jinê û hebûna jinê tune dike û em ji dibêjin ku em ê berxwedana xwe mezin bikin. Hikumeta AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên qirêj de qetlîamên ku pêk tîne dixwaze vêşêre."
Fîgenê di berdewamiya axaftina xwe de jî wiha got," Dewleta tirk ji bo îstîhdama xwe her tim polîtîkayên xwe li ser jinê pêk tîne û em vî qebûl nakin. Polîtîkayên xwe bila biqedîne." Bila 8'ê Adarê ji bo me jinên karmend jî bibe betlane".
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyê "Jin jiyan azadî", "Bijî 8'ê Adarê" û çepikan bi dawî bû.
(hk-db/rc)