Jinên Rojava berxwedana YPS-JIN silav kirin
08:49
JINHA
DÊRIK- Bi hezaran jin ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îro herikîn Endîwera ser bi Dêrikê û bi qêrîna dirûşmeyên '"Bijî berxwedana bakûr" ev roj li jinên Bakûrê Kurdistanê pîroz kirin.
Ji bajarên Girkê Legê, Tirbespiyê, Çil Axa, Rimêlan, Dêrik û Qampa Newroz, herwiha gundên derdor bi hezaran jin bi cilên gelêrî ber bi qada pîrozbahiyê li Endîwerê herikîn. Jin ji hêla şervanên YPG û YPJ'ê ve pêşwazî bûn. Meydana pîrozbahiyê bi alên kesk-sor û zer û wêneyên jinên şehîd hatibû xemilandin. Jinan posterên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan, ala Kongreya Star û TEV-DEM'ê hilgirtin û bi berz kirina diruşmeya "Jin jiyan azadî" kedin qada mitîngê.
Piştî meşeke kin jin li meydanê civiyan û di destpêkê de Seroka Meclîsa Kongreya Star Welîde Botî axaftin kir. Welîde ev roj li jinên cîhanê û taybet li jinên azadîxwaz, şehîdan pîroz kir. Welîde da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan şoreşa Rojava wek şoreşa jinê binav kiriye, wê demê divê ev şoreş bibe serketin û azadiya jinê. Welîde got divê em dengê xwe bigihînin bakûrê Kurdistanê û di dawiya gotina xwe de soza bilindkirina berxwedanê da.
Paşê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif jî axivî. Hediye wiha got, "Bi Rûhê Zîlan, Arîn, Sarya û Pakîzeyan em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jina Kurd bi feraseta ger jin azad nebe civak azad nabe têdikoşin û li qada mitîngê dengê xwe bilind dikin hember pergala koletiyê."
Piştî axaftina Hedye Yûsûf peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin û paşê ji Rêvebera Saziya Malbata Şehîdan Rewşen Abullah Axivî. Rewşen şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî û ev roj li jinên Kurd û malbatên şehîdan pîroz kir. Lorîn Efrîn fermandara YPJ'ê jî axivî û bi ser navê tevahiya şervanên YPJ'ê têkoşîna YPS-Jin pîroz kir. Bi ser navê dayîkên Şengalê jî Yadê Bihar jî li ser jinên Kurd helbesteke hestyar xwend û ev roj pîroz kir.
Perwîn Mihemed Emîn û Emîne Hisên Rêvebera PYD'ê jî axivîn û berxwedana jinên Bakûr bi coşa 8'ê Adarê silav kirin. Piştî axaftin bi dawî bûn, jinan li ber stranan govend gerandin û dirûşmeyên 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bê Serok Jiyan Nabe' û 'Bijî Berxwedana Bakûr' berz kirin.
Jin bi heman coş û ruhê serhildanê dawî li şahiya 8'ê Adarê anîn.
(Kom/rc)