Rahime bi parastina cewherî êrîş vala derxist

09:20

JINHA

STENBOL - Ji jinên ku li hember şideta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê parastina cewherî kirîn û kolanên Kadikoyê vegerandîn qadên berxwedanê û di encamê de hatî girtin Rahime Karvar got: "Bi berxwedana jinan berxwedana biharê despêkir. Tersa dewletê ev bû ji bo we li gelek bajaran qedexe aniye. Jinan jî qadên jiyanê bi parastina cewherî parastin û êrîş valaderxistin."

Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin. Jinan li hemberî hemû êrîşan jî bi berxwedanê mora xwe li çalakiyên 8'ê Adarê xistin. Jinan barîkat rakirin, li hember şideta polîsan parastina cewherî kirin û li qadên 8'ê Adarê carekdinê soza bilindkirina tekoşînê dan. Aktîvîsta Jinên Demokratên Nû (YDK) ê Rahime Karvar diyar kir ku piştî çalakiyên 8'ê Adarê carekdinê hat dîtin ku parastina cewherî çiqas jiyaniye.

'Destur nedan nêzîkatiya li jinane'

Rahime da zanîn ku ji bo mitînga li Meydana Îskele ya Nexweşxana Nimuneyê wan berî du hefteyan serlêdana desturê kiriye, lê Walî du roj mayî ji mitîngê re 'qedexe' daniye û wiha got: "Di 8'ê Adarê de derketina qadan mafê hemû jinane. Destur nedayîn nêzîkatiya vê dewletê ya li hemberî jinan diyar dike. Dê li Meydana Îskeleyê despêkê ji bo daxuyaniya jinan destur dabana, lê di serî de dema jin ketin qadê hatin darbkirin.

Rahime piştî darbkirinê dema binçavan jî wiha anî ziman: "Di binçavan de em derbkirin û kelepçe çep li destê me xistin. Di tevahiya rê de em derb kirin. Ji bo ku şopên darbkirinê biçin bi saetan em li qereqolê hêlan. Ber bi êvarî bi zorê me karî em rapora darbkirinê bigirin. Dema ku em derxistin dozgeriyê jî weke 'em beşdarî çalakiyek çekdarî bûyîn' wiha em sucdar dikirin. Heta dozger bi xwe jî ji bo wê îtiraz kir."

'Bi berxwedana jinan re berxwedana jinan jî despêkir'

Rahime destnîşan kir ku berxwedana jinan li hemberî şer li Rojava û Bakurê Kurdistanê berdewam dike û wiha domand: "Tehşirkirina bedena Ekin Wan, qetilkirina Yeliz, Şîrîn û Sêvê nîşaneyên vê ne. Hatina biharê dewlet ditirsand, mizgîniya hatina biharê jî jinan bi 8'ê Adarê re da. Tirsa herî mezin a dewletê ev bû ji bo wê bû li gelek bajaran qedexe anî. Lê jinan bi parastina cewherî qadên jiyanê parastin."

'Li hember parastina cewherî xelasiya mêran û dewletê nîne'

Rahime bilêv kir ku ji bo hemû jinan parastina cewherî jênegere û wiha berdewam kir: "Em neçarin ku parastina cewherî bikin parçeyek ji jiyana xwe. Em dizanin ku di sala 2015'an de 303 jin qetilkirin. Nevin, Çilem û Yasemin li jiyana xwe xwedî derketin, bi heman şêweyî li Cerattepe jin li xwezaya xwe xwedî derketin, li Kurdistanê jî xwedîderketina jinan a li ziman, çand û axa xwe nîşaneyên parastina cewherîne. Ev hemû ji bo me nîşan dide ku parastina cewherî encama jiyan kirina jinane. Ne mêr ne jî dewlet nikare li hember parastian cewherî bisekine. Di 8'ê Adarê de jî me got ger hun êrîş bikin emê jî mafê xwe yê parastina cewherî bi karbînin."

Di dawiyê de Rahime got: "Li Kurdistanê şerek ê hêzên deshilat dayî despêkirin heye. Emê dîwarê suniyê dewletê xistî nava me hilweşînin û berxwedana jinan bigihînin hev. Peyîwira me jinên Tirkiyê eve û emê peyîwira xwe bînin cîh."

(ck/ödk/mg)