Mîrasê Asya Yuksel: Ji bo ku zarokên me weke me jiyan nekin...

10:48

JINHA

ŞIRNEX - Li hember êrîşên hişmendiya ser dest ên ser Cizîrê yek ji jinên di eniya berxwedanê ya pêş de cîh girtî Hevseroka Meclisa Gel Asya Yuksel bûye. Çawan çîroka Asya bi ya gel re bûye yek bi xwe di bin topbaranê de li kolanên Cizîrê vegotibû. Asya ya ku li hemberî di temenê biçuk de zewaca zarokên keç, şideta mêran û bi her awayî newekheviya zayendî tekoşîn dayî di 8'ê Adara sala 2016'an de mîrasê xwe ji bo jinan berxwedan hêlaye.

Li Cizîra ku bi rêveberiyên cewherî re jin bûyîn xwedî vîn, sedemek sereke yê êrîşên dewletê biriyardariya jinan a jiyanê ye. Ger cihê wê ne honandina jiyanê û 'Îdeolojiya rizgariya jinê bana'. Berxwedana kolanên Cizîrê bi destê jinên ku digorin; "Bila tiştên me jiyan kirî zarokên me nejîn." Ji bo wê ye ne dîroka hilweşandinê dîroka berxwedana Cizîrê derdikeve pêş. Li bajarê bi sedan mirov lê hatin qetilkirin, di jiyana her mirovekê de çîrokek şoreş û berxwedanê veşartiye. Dibe ku Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel cewherê berxwedana jinên Cizîrê ye. Herî dawî Asya ji bo alîkariya birîndarên di jêrzemîna duyemî de çu û êdî ji wê agahî nehat girtin. Li gel ku malbata wê testa xwînê daye jî lê hîna agahî tineye. Dayîka wê bawernake keça xwe windakiriye, ew li ber derî runiştiye û her dem bi hêviya hatina wê ye.

Di roja 37'an a berxwedana Cizîrê de Asya giyana jinên Cizîrê di nava berxwedanê de ji JINHA yê re vegotibû. Divê Asya di 8'ê Adarê û hema li peyî wê di arîfeya Newrozê de ji bo kesên nizanin bê vegotin...

'Ji bo ku keça min weke min nejî...'

Li taxên berxwedan lê dihat honandin hem bi pirsgirêkên jinan ve mijul dibû û hem jî zor çîroka jiyana xwe ji bo me digot. Ji ber ku ne got, wê piratîk hez dikir. Jiyana Asya şoreşa bêdengbû. Asya Yuksel a berxwedêr, mitewazî û bicesaret digot "Berxwedan jiyane"... Kesê zu nedikarî Asya nasbike, ji ber wê xwe netanî ziman û pesnê xwe nedida, bi bêdengî ya diket ser milê wê dikir. Ew dayîkek a ku bi tena serê xwe 2 zarok mezin kir. Dema ku jiyan ji nû ve avadikir, herî zêde jî dixwest di serî de jiyana keça wê û hemû zarokên keç cudabe.

Nanê malbatê qediya Asya dest bi nanpehtinê kir

Ji bo her ciwanên birîndar xemgîn dibe, ji bo wan xwarin amade dikir û li birînên wan dinêrî. Asya di bin guleyan de digeriya. Di meha despêkê de li Taxa Nur dima û ji bo pêdiviyên her kesê dibezî. Ji bo malbatên zexîreyên wan diqediya alîkarî komdikir. Yek bi yek malbat ziyaret dikir, der, metirsî û kêfxweşiya wan pardikir. Asya li pirsgirêkên welatiyan guhdarî dikir û dibin gulebaranê de digeriya. Bi axaftinê tişt dirêj nedikir, hema diket pratîkê. Bê teredut ji Taxa Nur derbazî Taxa Cudi ya êrîş ser giranbû. Dibin gulebaranê de ji bo xelaskirina xwendekarek birîndar çu. Dema ku nanê malbatên Taxa Cudî nema, wê çengên xwe hilkir nan peht û li malan beladikir.

'Ezê li kolanên Cizîrê bipeyîvim'

Tam jî me wêdemê Asya girt binqeyîdê ji bo ku çîroka jiyana xwe ji me re vebêje di serî de wiha got; "Piştî 10 salan ez carekdinê nan dipêjim." Ji ber bombabarana zêde û gera balefirên keşfê me xwest em di mal de roportaja xwe berdewam bikin lê Asya ne pejirand, ew dixwaze li kolanên Cizîrê bipeyîve.

Sedema tekoşînê di jiyana wê de veşartiye

Asya ya di sala 1973'an de li Taxa Kalhesinan a Qilabanê hatiyî dinê wiha got: "Ew taxek biçuk û dîrokiye. Em 8 xwişk û birabûn. Birayê min şehîdket em 7 zarok man. Heta ez zewicîm min li malê ji dayîk û bavê xwe tindî nedît. Wê demê ez zaorka malbatê ya keç tenê bûm, her kesê pir ji min hez dikir. Li gel malbata min gelek ji min hez dikir jî ji ber civak fewdalbû, hîn ez 15 salî zewicandim. Hîna ez nebûyîm 20 salî 2 zarokên min çêbûn. Ez 6 salan bi mêrê pêre zewiciyî re mam, wê demê di TEDAŞ'ê de dixebitî, dema li ser kar bû ceyranê girt. Ew gelek fedekar bû, gelek girêdayî dozê bû, ji ber arizeyek ceyranê çu û êdî venegeriya. Wê demê zarokên min yek 3 salî, ya dinê jî 5 salî bû, ez bi xwe jî 22 salîbûm. Min ne tiştek ji zaroktiya xwe ne jî ji ciwaniya xwe tênegihişt. Malbata hevserê min jî feqîrbûn. Du salan min qursa berikan vekir û di wê de xebitîm. Min zarokên xwe wiha mezin kirin ku kesê nedizanî bavê wan nîne. Di sala 2005'an de min di partiyê de dest bi xebatê kir û ez bi awayek zindî xebitîm. Navberekê min di rêveberiya partiyê de cîh girt û paşê jî di nata xebatên jinan de berdewam kir. Min di nava Koordisansyona jinan a Şirnexê de cîh girt. Heya sala 2011'an ez her dem li herêma Şirnexê xebitîm. Paşê jî ez 9 mehan li Sêrtê, salek û du mehan li Êlihê xebitîm. Paşê jî ez hatim Cizîrê min xebatên jinan birêve dibir, paşê jî weke Hevseroka Meclisa Gel hatim hilbijartin, heya niha bi vînek mezin xebatên xwe birêve dibim.

'Di hindirê min de tiştek maye...'

Asya xeyal, xwezî û jiyana wiha anî ziman; "Ez naxwazim ziyan bigihe neyînika yekî derdora min jî. Dema ku ziyanek digihe hevalek min ez gelek bandor dibim. Her kes gelek nirx dide min, ji ber dema ku mirov nirx bide mirovan, her kes bi wî awayî nirx dide me jî.

Di hindirê min de tiştek maye. Dema ku ez 12 salî bûm heval dihatin taxê, di taxa me de yek hebû ziyan dida hevalan û şikayêta wan dikir, paşê hevalan ew kuşt. Ji wê demê heya niha min ji mafdariya hevalan bawer kiriye û ez pêve hatime girêdan. Hîna 12 salî ez hînbûm ku PKK rêxistinek li hember zilmê ye. Ji wê demê heya niha ez quriyetiya wan dikim. Dema ku ez zewicîm jî hatin pirsa min kirin, malesef wê demê ez zewicîbûm. Di pêvajoya ez weke Hevseroka Meclisa Gel hatî hilbijartin de ez ser hemû pirsgirêkên civakî hîn zêdetir sekinîm. Dema ku jin pirsgirêkên xwe tînin ziman, ez di wan de xwe dibînim. Piştî îlana rêveberiya cweherî li Cizîrê di temenê biçuk de zewaca zarokên keç, hewî, berdêl û tiştên wiha jinê biçuk dibînin hemû hatin qedexe kirin.

'Divê dayîk û bav zarokên xwe wekhev bibînin'

Zarokek 13 salî bi yekê re dizewicînin û 8 salan pêre dijî. Bêguman ew 8 sal ji bo wê weke girtîgehê dibe. Ew hevala jin hat gel me û xwest em jêre çareserî bibînin. Me ew girt gel xwe û ji wê jiyanê rizgar kir. Her wiha jinek a dê bi zorê zewicandibana, li nava kolanê digiriya, dema ku hevalên YPS'ê bi denê giriyê wê hesiyan û pirsîn, paşê hînbûn ku ji ber dê bi zorê wê bizewicînin ew wiha dike. Paşê di şeva ku dê wê bi zorê zewicandibana de me ew rizgar kir. Li Cizîrê bûyerên wiha pir hene, em li ser wan sekinîn û me gelek bûyer wiha çareser kirine. Em îro dibin tang û topan de jiyana xwe berdewam dikin. Divê jin weke mirovan bên dîtin. Divê vîna jinê jî bê dîtin. Divê dayîk û bav wekhev li zarokên xwe binêrin.

Kamera hat girtin û Asya çu berdewkirina jiyanê

Çawan di nava PKK'ê de Sakineyan, Sozdaran, Bêrîvanan û Bêrîtanan pêşengî kirin, emê jî bi heman şêweyî di rêveberiya xwecihî de pêşengiyê bikin û heya dawiyê li ber xwe bidin. Dema ku hêza jinan bê bahev tu hêz nikare xwe li ber bigire."

Asya li ser daxwaza xwe li nava kolanên Cizîrê çîroka jiyana xwe ji bo me vegot. Di nava axaftinê wê de ji her deverê dengê teqînan dihat. Piştî axaftina me ji bo hîn bedewkirina jiyanê Asya ji bo temam kirina karê xwe yê di nîvî de hêlayî çu, tekoşîn kirin û berxwedanê...

(zt)