Li Hezexê du zarok hatin qetilkirin

11:40

JINHA

ŞIRNEX – Li navçeya Hezexê di êrîşên hêzên dewletê de welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di rapora otopsiyê de derket holê ku ji kesên hatine qetilkirin jê 2 zarokên bi navê Sevilay Yildiz (15) û Fatma Eraslan (13) in.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê yên bi tang û topan didomin. Li hemberî van êrîşan ciwanên Hezexê jî parastina xwe dikin. Hêzên dewletê di êrîşan de li navçeyê 9 welatî qetil kirin. Cenazeyên welatiyên hatin qetilkirin şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di otopsiyê de derket holê ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane 2 kes jê zarok in. Saziya Tipa Edlî diyar kir ku Sevilay Yildiz (15) û Fatma Eraslan (13) zarok in. Malbatan piştî cenaze teşhis kirin dê cenazeyên zarokên xwe bigirin. Malbat dê cenazeyê Sivilya li gundê Erzak Araba û cenazeyên Fatma jî dê li Cizîrê defin bikin. Hat zanin ku duh 9 cenazeyên ji Hezexê birin Mêrdîn li nexweşxaneya dewletêya Mêrdînê tê rawestandin. Bi 9 cenazeyên dawî re hêjmara cenazeyên ku nasnameya wan nehatin diyarkirin derket 24 kesan.

(rc)