Reyan li JINHA yê di nobeta nuçeyande ye

11:41

JINHA

AMED - Di 6'emîn nobeta nûçeyan de ji Rojnama Serbest belgeselvan û sînemager Reyan Tuvî li JINHA yê dest bi nobeta nuçeyan kir.

Çalakiya rojnamegerên ji aliyê Tirkiyê ji bo piştevaniya hempîşeyên xwe yên li Kurdistanê di şertên zor de nûçegihaniyê dikin bi navê 'nobeta nûçeyan' despêkirî berdewam dike. Di 6'emîn nobeta nûçeyan de ji Rojnama Serbest belgeselvan û sînemager Reyan Tuvî li JINHA yê dest bi nobeta nuçeyan kir. Reyan diyar kir ku dê dest bi xebatên belgeselek a nobeta nûçeyan vedibêje bike. Reyan da zanîn ku dê yekem runiştina doza nûçegihana me Bêrîtan Canozer a di 29'ê Adarê de jî bike mijara belgeselek kin.

(dt/zt)