Ji polîsên ku Dîlan Kortak qetilkirine hîna îfade nehatî girtin!
13:54
JINHA
STENBOL - Polîsan li kolana Dûmanlar a navçeya Sancaktepeya Stenbol avêtibûn ser malekê û di serdegirtinê de Dîlan Kortak qetilkirin. Hat hînbûn ku derbarê dozê de îfadeyê tu polîs nehatine girtin.
Dîlan Kortak di 4'ê Kanûna 2015'an de li kolana Dumanlar ya Taxa Atatûrk a navçeya Sancaktepeya Stenbol di serde girtina polîsan de hat înfaz kirin. Dîlana (20) a ku hat înfaz kirin, li ser medyayê bi rengê ku di encamê pevçûnê de hatî qetilkirin hat nîşandan û dûvre biryarê şopandina dozê veşartî hat dayîn. Di rapora otopsiyê de derketibû holê ku Dîlan bi 25 gule hatî ênfaz kirin.
'Biryarê veşartîbûnê pêşiyê lêpirsîna xurt digre'
Parêzera Komeleya Parêzvanên Azad Bulent Aşa destnîşan kir ku li ser qetilkirina Dîlan 3'ê heyv diborin lê tu guhertin di dosyayê de nîne û got ew girêdayî mijarê dosyayek nû şandine ji Serdozgeriya Komarê re. Bulent diyar kir ku di roja Dîlan hatî qetilkirin de 4 kes hatibû girtin û biryarê domandina dosya bi aweyek veşartî hatî dayîn. Bulent da zanîn ku biryarê şopandina veşartî pêşiyê lêprisîna xurt digre û got ji polîsên ku înfaz pêk anîn heya niha tu îfade negirtine. Bulent got ji ber vê rewşê ew giliyê suc kirine.
Bulent di dawiye de jî wiha got, "Em ê wek OHD'ê şopdarê dosya Dîlan Kortak bin û ji bo darizandina kesên ku îfaz pêk anî, tiştê ji destê me bê em ê bikin."
(rc)