Rapora "Rojnamegerên jin ên ku di bin lûleya çekan de peyvirdar" hat eşkere kirin

14:40

JINHA

STENBOL - Komîsyona Jinê ya TGS'ê û LGBTİ, li ser rojnamegerên jin ên li herêma şer nuçegîhaniyê dikin rapor amad kirin. Komîsyonê diyar kir ku jinên nûçegihan di bin siya mirinê de dixebitin.

Komîsyona Jinê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û LGBTİ'yê têkildarî jinên li herêmê rojnamegeriyê dikin raporek amade kirin. Komîsyonê rapor li Lokala Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Li salonê pankarta "Rojnamegerên jin ên ku di bin lûleya çekan de peyvirdar" hat vekirin. Jinên endamê Yekîtiya Hêza Sendîkayan û rêvebera TGC'ê Sibel Gunel jî amade bûn. Endamên Komîsyona Jinê ya TGS'ê û LGBTİ'ê Arzu Demîr, Sevgim Denîzalti û rojnameger Şafak Timur û Tugba Tekerek amade bûn.

Ewil rojnameger Şafak Timur ê ku rapor amade kir diyar kir ku wan di serî de bi rojnamegerên jin ên DÎHA û JINHA bi giştî bi 11 rojnamegeran re hevdîtin kirine. Şafak Tîmur encama rapora bi van xalan aşkere kir:

'*Di bin siya mirinê de dixebitin.

*Wênekêş û kamera tên şikandin.

*Ji ber jinin rastî neheqî û îşkenceya zayendî tên.

* Mirinê didin ber çavên xwe û dixebitin. Ji ber vê yekê rêyên çawa nemirin pêş dixin.

* Jinên rojnameger xwe weke "Hedefa xwezayî" pênase dikin. Ji ber vê yekê hewl didin ku bi polîs û leşkeran re rû bi rû nemînin.

* Dibêjin êdî Rojnaemgerî ji jinê bêtir taluke ye.

* Hêzên dewletê ger ku kameravan mêr be bi wî re diyalogê pêş dixin.

* Taxên ku barîkat lê hene bêtir bi ewle ne.

* Ji aliyê hêzên dewletê ve rastî tundî û gefan tên.

*'Peyamên SMS'ê yên 'Em cihê we zanin, dê taliya we jî bê' ji jinên rojnameger re hatin şandin.

*Polis dîmenan jê dibe.

* Rojnamegerên jin dem bi dem xwe bi tenê hîs dikin.

* Rojnamegerên jin di nava demekê de xwe wekî nûçegîhanên şer dîtin.

* Şert û mercên jinên rojnameger ên jiyanê û xebatê bûne wekî hev.

* Jinên rojnameger gotina "Me ken ji bîr kiriye" û "Li xwe miqate bin" pir zêde dibihîzin"

40 rojnameger tev li nobeta nûçeyan bûn û 150 nûçe nivîsandin.

Şafak, li dijî van binpêkirina mafan çareserî jî parve kir. Şafak, xwest kesên mafan binpê dikin bên cezakirin û rojnamegerên girtî jî serbest bên berdan. Tugba Tekerek jî agahiyên di nobeta nûçeyan de bi dest xistine parve kir. Tugba anî ziman ku heta niha 6 kom çûn herêmê û nêzî 40 rojnamegeran piştevanî kiriye. Tugba, anî ziman ku 150 nuçe hatiye nivîsandin û wiha got: "Dema em çûn me li herêmê nûçegîhanî kir, me li gel hempîşeyên xwe yên jin wekî ku em tiştekî nakin dît.

Herî dawî nûçegîhana DÎHA'yê Evrim Kepenek jî anî ziman ku rojnamegerên jin her dem ji aliyê polîsan ve rastî gef û tacîzê tên.

(rc)