BÎKG:Ji bo xwedî li jiyanê derkevin em hevgirtina xwe xurt bikin
15:32
JINHA
STENBOL - Endamên BÎKG'ê bi boneya cih û warên Kurdistanê yên di êrîşên AKP’ê de wêran bûn ji nûve bên avakirin bi dirûşma kampanya "Jiyan: Ez jî di cih de ji nûve avakirinê heme" dan destpêkirin.
BÎKG'ê bang li hemû kesan kir ku beşdarî kampanyayê bibin.
Ji bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎKG), bi boneya cih û warên Kurdistanê yên di êrîşên AKP’ê de wêran bûn ji nûve bên avakirin bi dirûşma kampanya "Jiyan: Ez jî di cih de ji nûve avakirinê heme" dan destpêkirin. BÎKG'ê li ser medyaya civakî bi navê “#Heryaşama1oda” bang li her kesî kir ku piştevaniyê mezin bikin. Endamên BÎKG'ê li Salona Civînê ya Cezayirê têkildarî kampanyayê civîn pêk anîn. Di civînê de Endama BİKG'ê Burcu Arikan, diyar kir ku ji bo jiyanê li cihê wê û ji nûve ava bikin dikevin nava têkoşînê. Burcu, bang li hemû kesî kir ku di nava têkoşîna jinê ya ji bo jiyanek nûde cihê xwe bigirin.
Endama BÎKG'ê Seray Şahiner jî têkildarî kampanya wiha got: "Li Stenbol, Cizîr, Silopya, Enqere, Sûr, Nisêbîn, Hezex û Dêrikê di hovîtiyê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Gelek mirov bê mal man. Welatiyên bi hezar zor û zahmetiyan xaniyên xwe avakirin ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Di tu peymanên navneteweyî de cihê vê talankirin û wêrankirinê tune ye. Mirovên nû ji nava Sûrê derketin ango kesên hêj xizmên wan di nava Sûrê dene ji mere gotibûn ‘gavek piştî vê bêwarî ye' Ev gotin hêj li ber guhê min e. "
'Kes dest ji kuçeyên Sûrê bernade'
Seray, destnîşan kir ku dîrok, çand, civak û gelek nirxên mirovahiyê di Sûrê de têk diçin, lê tu kes dê dest ji kolan û kuçeyên teng ên Sûr, Cizîr, Sîlopyayê bernedin.
Seray, destnîşan kir ku ger ew dest bidin hev dê karibin qadên jiyanê yên mirovan biparêzin û ji bo her kes piştgiriyê bidin kampanyayê xwe bi navnîşana bi navê “kampanya.barisicinkadilar.com” têkevin nava têkiliyan. Seray, ji bo piştgirî û alîkariyê xwestin di malpera “www.indiegogo.com” de alîkariya maddî bidin.
(rc)