Li Ruandayê destura zayîna bi muçe rewa dibe

09:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek welatê cîhanê ji bo jinan destura zayîna bi muçe nayê dayîn, lê parlamentoya Ruandayê qanûna zayîna bi muçe ji bo jinan erê kir. Ji bo ku qanûn bi fermî bikeve meriyete divê Serokomar Paual Kagame biryarê erê bike.

Li gelek welatê cîhanê ji bo jinên ku dixebitin destûrê zayînê nayê dayîn. Li gorî nûçeyê Dw.comê; li gelek deverên cîhanê jinên ku dixebitin û ducanîne, destûra zayînê ji wan re nayê dayîn. Rêxistina Xebatê Navnetewî diyar kir ku ji sedî 80'î jinên ku vê pirsgirêkê dijîn piranî li Afrîqa û Asyayê dijîne. Di qiteya Afrîqayê de tenê welatê Malî, Fas, Benîn û Burkîna Faso di Rêxistina Xebatê navnetewî de destnîşana 183'ê standarta cih girtine. Jinên ku di çerçoveya vê standartê de dixebitin dibin xwedî mafê destûra deme zayînê, di dema xebatê de dem ji bo zarokên xwe veqetînin û bimijînin çêdibe. Her wiha ev qanûn jin ji feresetên cudakar diparêze û pêşiyê ji kar avêtinê digre.

'Li gelek welatê Afrîqayê dewlet piştgirî nade jinan'

Rêxistina Xebata Navnetewî li 52 welatê Afrîqa derbarê destûr zayînê de lêkolîn pêşxist. Ji van welatan nîvî destûrê 14 hefte tê dayîn û welatê din jî, ji sedî 12 û 13'e hefte destûr tê dayîn. Her wiha jinên ku neçar dimînin ji bo zayînê destûr bixwazin ji sedî 86'ê meaşê xwe dide razandin. Bi gotinek din tê wateya ku welatê Efrîqa piştgirî nade jinên ku pitik dixwazin. Jin ji ber vê rastî zehmetiyên mezin tên. Tenê ji sedî 10 jin di dema zayîna xwe de dikarin muçe xwe bistînin.

Li Ruandayê destûrê zayînê derdikeve

Di heyva Sibatê de di parlamentoya Ruandayê de qanûnek nû derket. Ev zagon di heman deme de dê bihêle jinên ku dixebitin muçe wan bi aweyek fermî bê pêşwazîkirin. Jinên ku di şîrketên fermî de dixebitin hem dê 6 hefte destûrê zayînê bistîne hem jî dê muçe wan her meh bê pêşwazî kirin. Hikûmeta Ruanda ji bo zagon bike fînans dê wek dewlet ji bo tevahî xebatkarê xwe vergi bide. Ji bo ku qanûn bi fermî bikeve meriyete divê Serokomar Paual Kagame biryarê erê bike.

(rc)