Ji rêxistinên rojnamegeran ji bo 'rojnamegerên girtî' kampaniyeya îmzayan
09:13
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek rêxistinên rojnamegeran ji bo serbestberdana hempîşeyên xwe ser change.org ê dest bi kampaniyeya îmzayan kirin.
Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Rojnamegerên Hemdem, (ÇGD), DÎSK Basın Îş, Haber Sen û Komeleya Enstîtuya Çapemeniyê, ji bo 34 rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî serbest bên berdan kampanya îmzeyan a navneteweyî dan destpêkirin. Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ) Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), IPI, Tora Sincê Medya (EJN) û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) piştgirî dan kampanyayê.
Di daxuyaniya kampanyaya îmzeyan de hat diyarkirin ku wekî serokên rêxistinên rojnamegeran yên bangawaziyê dikin diyar dikin ku hêj 34 rojnameger girtî ne û mafê hezaran rojnameger tên binpêkirin. Bangawazên kampanyayê dan zanîn ku hêj bi hezaran rojnameger jî tên darizandin û li Tirkiyeyê mafê azadiya ramanê dixwazin. Bangawazan, anîn ziman ku rojnamegerên li Tirkiyeyê xebatê dikin di nava şert û mercên dijwar de dixebitin. Bangawazan, da zanîn ku bi sedan rojnamegerên nasnameya wan a zer tune rastî tundiya hêzên dewletê tên û rojnamegerên li herêmê rojnamegeriyê dikin tên binçavkirin, dibin hedef û rastî tundiyê tên.
Bangawazan di berdewama daxuyaniyê de wiha gotin:
*Divê mafê gelan ê stentina agahiyan bê parastin.
*Divê astengiyên li pêş stendina mafê agahiyan a gelan bê rakirin.
*Divê zextên li ser rojnamegeriyê bi dawî bibe.
*Divê tundiyên rojnamegeran dikin hedef bi dawî bibin. Divê rojnameger li her dera welat serbest bigerin. Divê mafê wan ê xwegîhandina agahiyan neyê astengkirin.
*Divê lêpirsên der barê rojnamegeran de bi dawî bibe.
*Divê lêpirsînên dijhiqûqî yên der barê rojnamegeran de bi dawî bibe.
* Divê 34 rojnamegerên girtî bên berdan.
*Divê rojnameger serbest bên darizandin.
* Divê hemû rojnaemger wekî hev karibin têkevin her qadan. Divê dest ji astengiya akreditasyonê berdin.
*Divê hemû qedexeyên li pêş weşanan bê rakirin.
*Divê dawî li sansura înternetê bînin.
*Divê îhaleyên cemaweriyê û reklam li hemû medyayê wekî hev bê parvekirin.
* Rivê Peyka Turksatê û platformên weşanên dijital ên cemaweriyê bê alî û li gorî heq xizmetê bidin saziyên medya. Divê cudakariyê nexin navbera wan.
* Divê xala TCK a 199 a neheqiya li Serokkomar û peyvirdarên cemaweriyê bên guhertin. Divê kes ji ber gotinên xwe yên li dijî Serokomar neyên cezakirin.
*Divê astengiyên li pêş sendîkabûna Medyayê bên rakirin.
*Divê ji bo pirsgirêka rojnamegerên betal li Meclîsê komîsyon bê avakirin.
* Divê îxtîdara siyasî li gorî nirxên rojnamegeriyê tev bigerin û Tirkiye li gorî Danezana Berpirsiyarî û Heqê Rojnamegeriyê tev bigere.
Dikarin li navnîşanên jêr xwe bigînin kampanya îmzeyan
https://www.change.org/p/cezaevindeki-gazeteciler-serbest-kals%C4%B1n-gazeteciler-tutuksuz-yarg%C4%B1lans%C4%B1n-habere-%C3%B6zg%C3%BCrl%C3%BCk-tgc-tgs-%C3%A7gd-disk-bas%C4%B1n-i%C5%9F-haber-sen-bas%C4%B1n-enstit%C3%BCs%C3%BC adresinden destek verilebilir.
(zt)