Ji Kobanê heya Cizîrê girêdana berxwedanê: Ez ê bîranînê wan bidim jiyandin
09:17
JINHA
ŞIRNEX - Zeycan Taşkin kurê xwe yê mezin Ferhat di berxwedana Kobanê de oxir kir hevjînê xwe Cabbar jî di berxwedana Cizîrê de. Ji Zeycan re malê wê yê hilweşî û 4 zarokê wê man. Zeycan ligel êşên mezin peyamê berxwedanê wiha dide, "Ez ê bîranînê wan bidim jîndin û tevî 4 zarokên xwe em ê li ber xwe bidin."
Rûhê berxwedana Kobanê li kolanên û bi evîna berxwedaniya jin yek bi yek li Bakûrê Kurdistanê hat jîn. Komkujiya Cizîre jî ji kiryar û hovîtiya DAIŞ'ê ne cudatire. Rûhê berxwedana Kobanê li Sur, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Dêrikê hat jiyan kirin û cihê xwe di rûpelên dîrokê de neqişand. Komkujiya herî mezin a di dîroka Tirkiyê a Cizîrê ye. Di komkujiyê de Cabbar Taşkin hebû, Cabbar li şûna xwe hevjîn û 4 zarok hêştin Zeycan Taşkin (45) kurê xwe yê mezin di berxwedana Kobanê de oxir kir û vê carê jî hevjînê xwe di berxwedana Cizîrê de oxir dike. Ji Zeycan re malê wê yê hilweşî û 4 zarokê wê man. Zeycan ligel êşên mezin peyamê berxwedanê wiha dide, "Ez ê bîranînê wan bidim jîndin û tevî 4 zarokên xwe em ê li ber xwe bidin."
'6 heyv û du roj rondik ji çavê min zuha nebû'
Serpêhatiya Zeycan ji Agirî ve despêdike. Zeycan diyar kir ku bavê hevjînê wê ew li Agirî dîtiye û wiha berdewam kir, "Di nava zeviyan de li gund dixebitîm. Min dîtibû. Dûvre hevjînê min hatibû û ji min dexwaza zewacê kiribû. Min jî pejirand. Piştre hatim Cizîrê. Despêkê kurê min Ferhat hat dinê dûvre 4 zarokên min ên din çêbûn. Kurê min ket temenê xwe yê 18 salî ket girtîgehê. 9 heyv di girtîgehê de ma û derket û piştre çû. Min demek dirêj jê agahî negirt. 6 heyv û du roj rondik ji çavê min zuha nebû. Rojek min cardin ji bo Ferhat digriyam, dûvre hînbûm ku li Kobanê şehit ketiye. Min cenazeye wî anî vir, gora wî niha li Cizîrê ye."
'Ez tevî 4 zarokên xwe mam'
Zeycan got, "Li Cizîrê berxwedan despêkir. Qedexeya derketina kolanan pêk hat. Lê şûna ku em di nava şert û mercên koçberiyê de bijîn me tercîh kir ku em bimînin mala xwede. Hevjînê min li ber derî bû û birîndar bû despêkê. Şevek bi wî halî ma. Lê şev cardin gule reşandin û li cihê ku birîndar bibû hat qetilkirin. Me karî rojek şûn ve ji wir bigrin. Du roj li malê me da rawestandin. Duvre me bir nexweşxanê û di dawiyê de me li gundê Kirişê ew deftin kir. Nih ez tevî 4 zarokên xwe mam e."
'Berxwedan dê bidome'
Zeycan destnîşan kir ku ew naxwaze kes êşê ku kêşaye bikêşe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ev êş ji boy min rûmetek mezine. Dilê min dişewite, du salin roj û şevê min tev hevbûne. Her dem digrîm û gelek jin di vî rewşê de hene. Pêşî kurê min duvre hevjînê min çû. Ferhat zarokek pir bedew bû. Gelek jîr bû û ji aliyê derdor ve dihat heskirin. Hevjînê min jî wiha bû. Ajokariyê dikir dûvre derbasî xebatê şaredariyê bû. Ez ê bîranînê wan her dem bidim jiyandin."
(rc)