‘Li her bostek axa Çiyayê Omeriya şopên lingê Jiyan hene’
09:33
JINHA
MÊRDİN - Bavê fermandara HPG’ê Jiyan Konak ku tevlî 7 hevalên xwe li Kerboranê jiyana xwe ji dest da, Emîn Konak bi gotina, "Zaroka çiya bi fermandarî vegeriya mala xwe” keça xwe vegot. Hevala Jiyan Konak a zarokatiyê Zozan Ay jî destnîşan kir ku jiyana wê û hevala wê bi lîstokên bi gerîlayên ARGK’ê re derbas bûye û mala rast a Jiyanê çiya bûye.
Malbata fermandara HPG’ê Jiyan Konak (Emgîhan Gabar) ku di pevçunekê di 2'yê adarê de li çoltera Kerborana Mêrdînê qewimî tevlî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, vegot. Jiyan di 8’ê Adarê roja jinên kedkar yên cihanê de li gundê Zivingê yê Nisêbîna Mêrdînê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Gundê Zivingê jî ji hezaran gundê Kurdistanê yên ku cangorî ji bo azadiyê rêkirine yek e. Gundê Zivingê di heman demê de gundê Apê Musa (Musa Anter) ye û ew jî li vî gundê hatiye cihanê. Gund di salên 90’î de hatiye valakirin û gelek mal ji wan hatiye xirabkirin. Emîn Konak bi gotina, "Çîroka Jiyanê ji bayekê wendayî ji dîrokê re hişt wekî gelek qehremanên bê nav" dest bi vegotinê dike.
‘Ji niha û pê de dê çiya min mezin bikin’
Emîn Konak destnîşan kir ku li her bihustek erdê çiyayên herema Omeryan şopên keça wî hene. Emîn diyar kir ku wî keçekî hezkiriyê çiya mezin kiriye û wiha axivî: “8 kûr û 3 qîzên min hebûn. Wê demê jî wekî îro bi hezaran kurdan berê xwe dabûn çiyayan. Wê demê gerîlayên herema Omeryan bi tevahî av ji vî gundî vexwarine. Em ji berê de welatparêz in. Di 1988’an de min gelekî îşence dît û ez bi mehan di girtîgeha Amedê de mam. Min zarokên ji xeta tekoşîna Kurdan derneketin mezin kirin.”
'Zarokek bêdeng bû'
Emîn anî ziman ku keça wî zarokatiyek bêdeng derbas kiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi rojan li ber şibakeyan li benda gerîlayan dima ku dê gerîla werin gund. 1992’an de hîn 15 salî bû tevlî nava refan bû. Wê demê temenê wê biçûk bû û min çû ew vegerand. 3 caran çû û 3 caran jî min ew bi girî vegerand. Herî dawî dema min ew anî bi rojan ji nava livînan derneket. Di temenê 16’an de caridin tevlî nava refan bû û dema ji bo vegerandinê ez çûm cem wê, ji min re got ‘Çiyayên Kurdistanê ne yên te tenê ne. Ev tevger tevgeramin e jî. Ji niha û pê ve dê çiya min mezin bikin’ ji wê rojê û vir ve min qet ew nedît. Herî dawî min laşê wê yê bêrih anî gund.”
‘Keça min bi qehramantiyek mezin vegeriya mala xwe’
Emîn diyar kir ku dema ew ji bo teşhîskirna keça xwe çûye nexweşxaneyê rastî 8 cenazeyên ku hatine perçekirin maye û wiha axivî: “Dema min ew cenaze dît, bîranîna Apê Musa ya gotinê îşkencekirina leşkerekî ya ‘Ger em bana dê me ev zilm li we nekira’ hat bîra min. Cudabûna kurdan ya ji zilmkaran sekna wî ya li hemberî zilmê ye. Ji keça min ya biçûk fermandarek mezin pêk hat. Min xelitand, xwe bi pêşxist û li pey xwe destanekî qehremantiyê hişt. Ez pê serbilind im.”
‘Serê xwe hine kir û malbat protesto kir’
Yildiz Acar jî xwişka xwe Jiyan Konak wiha vegot: “Keçekî biçûk ya ku pîvan nasnedikir bû. Bi cilên gerîla ya ku ji xwe re dirûtibû digeriya. Dema li malê bû jî bi çavê gerîlayekî li xwe dineri. Wê demê tevlîbûna jinan ya nava refan kêm bû û me jê re digot çi kare jinan di nava gerîlayan de ye? Ew ê jî fermana me radikir û digot ‘Mêrbûn û jinbûna gerîla nîn e. Gerîla her cins e. Min soz daye xwe ez ê bibim gerîla’ Her ku diçû ji ber ku temenê wê biçûk bû gerîlayan ew teslîmî bavê min dikir. Wek zarokekî ku ji malê bireve bû. Cara herî dawî piştî ku bavê min ew anî hat malê, porê hine kir û ket nava livînan. Got ku ‘Ezê di nava livînan de birizim’ Me ji bo hineya li sere xwe kiriye henek pê dikir û jê re digot qey tê bibe bûk? Ew ê bersiva ‘Ez bûka çiya me’ dida me. Ew hezkiriya çiya bû û tû hêzê nikarîbû ew ji rêya wê vegeranda. Xwişka min ya biçûk bû fermandarekî mezin û vegeriya mala xwe. Ew kaniya fêza meye.”
‘Em di nava gerîlayan de mezin bûn’
Jina çiyayî herî baş caridin jinekî çiyayî nas dike. Zozan Ay keça apê Jiyan Konak e û herduyan zarokatiya xwe li çiyayên Omeriya bi hev re mezinkirine. Zozan destnîşan kir ku ewan zarokatiya xwe bi mana li nav gerîlayên li heremê derbas kirine û wiha axivî: “Me ji çala bi kîlometreyan dûrî gund av dikişand û dibir ji gerîlayan re. Me av ji wan re dibir û em heta êvarî li vem wan diman. Wekû mala me cem wan bû û ewan porê me çêdikir, bi me re bi topê dilîst û xwe di ser ta re çeng dikir. Ewan dema karên xwe dikir me jî ji malênx we yên ku me ji keviran çêkiriye bi malikan dilîst. Jiyan heyranê wan bû. Çend caran ji wan re got ‘Min bigirin nava xwe’ lê gerîlayan ew qebul nekir û şand malê. Rojekê caridin em li cem wan bûn got ‘Dê min tevlîbûna nava we (gerîla) kiriye, dê ez din ava we de me’ û tevlî hemû israran venegeriya malê. Piştre apê min hat û ew bi israr vegerand malê.”
‘Jiyan xelayên xwe anî cih’
Zozan derbirî kir ku piştî apê wê Jiyan vegerandiye malê ew ê dest bi xebatên nava gund kiriye û wiha got: “Wê demê li gundê derdorê cerdevantî destpêkiribû. Jiyan wê demê bi gundîyên derdorê re rojek diyar kir û bi ser cerevanan de girt. Wê rojê hemû kesan kesk, sor û zer li xwe kiribûn û bi ser gundê Dala yê girêdayî Nisêbînê yê ku cerdewan tê bûn girtin. Cerdewanên gund ji me tirsiyan û ji gund reviyan. Geleka ji wan jî dev ji cerdewantiyê berdan. Keçekî pîvannenas û kesekî ku jiyana xwe bi deste xwe ava dikir bû. Navê wê di nasnameyê de Turkan bû. Zarokekî ku di fikara ku navê xwe neecibîne û navê Jiyan li xwe bike de bû. Kesî nikarîbû ew bigirta. Ew dê jinekî rêwiyê çiyayên azad em jî koçberên mazlum bûn. Piştî salan caridin bavê wê ew ji çiyê anî lê vê carê laşê bê rih anî. Porê wê yê hinekirî ne yê zarokekî dê yê fermandarekî ye. Me niha ne zarokekî biçûk, fermandarekî mezin sipart axê.”
(kom/zt)