Li Çanakkalê keştî noqî avê bû:1 jê pitik 5 penaberan jiyana xwe ji dest dan
09:51
Adar
10
/ 2016
JINHA
ÇANAKKALE - Li navçeya Ayvacika Çanakkale ji ber binavbûna keştiyeke ji penaberên diçûn Girava Mîdîlî ya Yewnanîstanê, 1 jê pitik 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Ayvacikê Çanakkale keştiyeke penaber tê de bû ku diçû Girava Mîdîlî ya Yewnanîstanê, li herêma Kayalaralti noqî binê avê bû. Di encama vê karesatê de 1 jê pitik, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes hatin xilaskirin.
Li gorî agahiyan, di keştiyê de penaberên ji Afganîstan û Îranê hebûn. 9 kesên hatin rizgarkirin, rakirin nexweşxaneyê.
(rc)