Meliha Aktaş ket jêrzemîna Rohat têde hatî qetilkirin
12:11
JINHA
ŞIRNEX - Dayika rojnameger Rohat Aktaş ê di "jêrzemîna hovîtiyê" ya yekemîn a Cizîrê de hate qetilkirin Melîha Aktaş hate jêrzemînê û destên xwe li yek bi yek diwaran xist û got: "Li vir şêran nefesa xwe ya dawî dan."
Malbata rojnameger Rohat Aktaş piştî ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexe bi roj hate rakirin hate serdana jêrzemîna ku zarokê wan têde jiyana xwe ji dest daye. Dayika Rohat Melîha Aktaş û bavê wî Ferît Aktaş, apê wî parlamenterê HDP'ê yê berê Kemal Aktaş piştî ku çûn serdana Şaredariya Cizîrê çûn "jêrzemîna hovîtiyê" ya yekemîn a kolana Bostanci.
Malbat dema ku li kolanan digeriyan û çûn jêrzemînên hovîtiyê hestewar bûn û li kalanan bîranên zarokên xwe geriyan. Malbat dema ku kete jêrzemînê asta hovîtiyê bi çavên xwe ve dît. Dayika Rohat Melîha Aktaş di nava eşyayên jêrzemînê de li tiştên kurê xwe geriya û yek bi yek destên xwe da diwarên jêrzemînê û wiha got: "Li vir şêran jiyana xwe ji dest dan." Meliha ya ku li rojnamegeran vegeriya û got ku kurê wê jî xwestiye dengê gelê xwe ragihîne û wiha axivî: "Kurê min qetil kirin lê hevalê wî dê mîrateya wî hilgirin."
Meliha ya ku li ber deriyê jêrzemînê demeke dirêj sekinî got ku ew ser bilind in û piştre serdanên xwe yên li taxê berdewam kirin.
(zt)