Wêneyê kêfxweşiyê gundên ku ji zilmê rizgar bûne

13:23

JINHA

SERÊKANIYÊ - Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ku di encamê de du zarokên keç ên Ereb jiyana xwe ji dest dabûn QSD'ê hemleyê rizgarkirinê da despêkirin. Di encamê hemlê de QSD'ê gundê Seleh û Bermîl azad kir. Niştecihên gund ên ku dibêjin bi saya QSD'ê ew ji zilma çeteyan rizgar bûne gotin êdî jiyana wan dê hîn zêdetir bi aram û kêfxweşî derbas be.

Hêzên Demokratîk a Suriyê (QSD) ji bo hildana tola du zarokên keç ên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin Êlîn û Cudî dest bi hemleyê rizgarkirina gundan kir. Di çerçoveyê hemleya QSD'ê de gelek gundên stratejîk ên di dagirkeriyê DAIŞ'ê de bûn hatin rizgar kirin. Di encamê hemleyê de gundê Seleh û Bermîl hatin rizgar kirin. Bi rizgarkirina gund ji zilma çeteyan zindîbûna jiyanê û aramî cih girt.

'QSD'ê me ji îşkenceya çeteyan rizgar kir'

Niştecihên gund diyar kirin ku bi hatina şervanên QSD'ê re jiyana wan zindî bûye û gotin ew şervanan wek zarokên xwe dibînin. Kamîla Casim a ku ji gundê Bermîlê wiha got, "QSD'ê guh da dengê me û me ji zilm û îşkenceya çeteyan rizgar kir. Em ê heya dawî li pişt hêzên QSD'ê bin. Tev jî wek zarokên me ne." Elî El-Mihemed ya jin gundê Selehê jî wiha got, "Çeteyan jiyan li mekiribûn jehr. Mudexeleyê her tiştê me dikirin. Gelek rêbazên îşkencê pêk tanîn. Bi hatina QSD'ê re jiyanê me hîn zêdetir bi aram û kêfxweşî derbas dibe.

(rc)