Dayikên Aştî û Geziyê: Eger em we ji bîr kin bila dilê me hişk bibe

17:03

JINHA

STENBOL - Dayîkên Geziyê û Dayîkên Aştiyê dayîkên ku di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji destdayin bibîranîn û gotin: "Eger em we ji bîr bikin bila dileme hişk bibe."

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê û Dayîkên Geziyê dayîkên ku di berxwedana Geziyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qatilkirin li Parqa Geziyê bibîranîn. Dayîkan, panqarta "Eger em wan ji bîrkin bila dilê me hişk bibe" bi Parqa Geziyê daleqandin. Dayîkên ku qornafîl danîn parqê gotin: "Vê parqê em anîn cem hev. Yên di vê parq ê de jiyana xwe ji dest dane peyîwira me ye em bi bîrbînin."

(dt/zt)