Bi hezaran kes biryarê cenevre şermezar kir
17:30
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Bi hezaran kes ji bajarê Dirbêsiyê, Hesekê, Til Temir, Serêkaniyê û Amûdê li Dirbêsiyê hatin ba hev û ji bo piştgiriya xwe ya li gel hêzên YPJ û YPG'ê meşiyan.
Gelê Rojava ji bajarê Hesekê, Til Temir, Serêkaniyê û Amûdê bi armanca piştiriya hêzên YPJ û YPG'ê li bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê hatin ba hev. Bi hezaran gelê ku li Qada Şehîd Arîn kombûn panqerta "Bê Rojava biryarên Cenevre Ser Nakeve" û "YPG-YPJ Hêza Parastina Gel e" hat vekirin û meşek girseyî dûvre hat li darxistin. Gelê Rojava polîtîkayên ku Kurd wek hêz nabînin şermezar kirin. Di çalakiya de Endama Heyeta Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Cîhad Omer axivî. Cahîd got, "Ev meş ji bo nerazîbûn li dijî nepejirandina Kurdan di Cenevrê de li dar dikeve. Bila bizanibin ku bêyî pejirandina Kurdan tu biryar biser nakevin."
Hevserokê meclîsa TEV-DEM'ê ya kantona Cizîrê Osman Xelîl jî wiha got: "Em Cenevreya ku Kurdan nas nake, nelet dikin. Em ê Cenevreyekê ku Kurd û gel bibin yek û Sûriyeyeke demokrat avabike esas bigrin. Çawa ku hêzên me YPG û YPJ'ê xwe isbat kirin, wê gelê me xwe bi berxwedana xwe isbat bike." Rêvebira Kongreya Star Mûna Yûsûf jî wiha got, "Em qebûlnekirina Kurdan di Cenevre 3. de şermezar dikin, pir eşkere ye ku bi vê nêzîkatiyê naxwazin rewşa heyî ya Sûriyê çareser bibe."
(şe/hs/rc)