Ji parlementerê İranê gotinên zayendî û nijadperestî

17:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê Îranê Nadir Kazipur gotinên zayendî û nijadperestî kir. Piştî axaftinên Nadir banga îstifakirinê hat kirin.

Parlementerê Îranê Nadir Kazipur li meclisê gotinên weke "cihê jin, meymun û keran nîne" kir û bi vîdeoyekê weşand. Parlementeran ji bo îstifakirina Nadir bang kirin.

Aktîvîstek feministan girêdayî mijarê wiha axivî: "Nadir di civaka me de nûneriya mêrê kevneperest dike û divê berê ew ji aliyê Konseya Muhafiz ve hatibana girtin."

(zt)