Vîna azadiyê di dilê azadîxwazan de kêm nabe
09:08
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Şoreşa Sûriyê dikeve sala xwe ya 6. Ji bo ku aloziya Suriyê çareser nebe gelek hêzên çete êrîş pêk anîn û xwestin şoreşa galan têk bibin. Derbarê şoreşa ku li Suriyê pêk tê de Rêvebera Têkiliyên TEV-DEM'ê Suad Xelo ji ajansa mera axivî.
Şoreşa Sûriyê dikeve sala xwe ya 6. de. Di nava 6 salan de gelek koçberî, komkujî, bûyerên ku kujerê wan nediyar û dagirkerî pêk hat. Ligel her şert û mercê giran yê şer gelê Kurd ji bo parastinê xwe, xwe bi rêxistin kir şoreşek yê gelan pêk anî. Hêzên desthilatdar ên ku şoreşa Rojava ji bo xwe wek tehlûke dîtin û bi tevahî hêzên xwe êrîş kirin. Lê gelê Kurd hêvî û hêzê xwe yê avakirina jiyanek nû li hember her cure êrîş têk neçû û berxwedana xwe mezin kir.
Rêvebera Têkiliyên TEV-DEM'ê Suad Xelo derbarê şoreşa ku li Suriyê pêk tê de wiha got, "Şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya 6. dibe, di van salan de gelê Sûriyê bi gelek êrîş û komkujiyan re rû bi rû ma. Di wan komkujiyan de pir dewlet û bi taybet Tirkiyê hevkar bûn. Dewleta sereke ku ji hemû aliyan ve piştgiriya terorên DAÎŞ'ê dike Tirkiyê ye. Kesên ku ne exlaq û ne mirovahiyê nas dikin di nava vê hêzê de hatine bi cih kirin û ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve tên şandin. Bi taybet êrîşên xwe ji li ser heremên Kurdî pêk tînin."
Suad têkoşîna gelê kurd li Rojava anî ziman û wiha pê de çû: "Tevî hemû êrîşên ku li ser heremên Kurdî hatin kirin û gelê Kurd ji her kesî zêdetir bedel danîn, hîn jî asta berxwedaniyê kêm nebûye, berovajî wê hîn bêhtir moral bilind dibe û xwesteka azadiyê kêm nabe. Mînaka vê jî êrîşên ku vê dawiyê li ser Girê Spî û îro li ser taxa Şêx Meqsûd ku li ser sivîlan tên kirin e. Lê çiqas êrîşên bi vî rengî bi ser me de pêk bînin jî, em ê têkoşîna xwe li hember wan xurtir bikin, wê serkeftin heya dawiyê jî bê nivîsandin. Rojava li hember gelek êrîşan serkeftin bidest xist, her car jî alên serkeftinê dihatin bilindkirin û têkçûn dibû para dijmin."
Suad wiha pêde çû, "Li Rojava îro mînaka hevjiyana hemû pêkhateyan tê xuyakirin, QSD'ê jî mînaka ku hemû pêkhate bi destekî parastina xaka xwe dikin e. Hêzê tirs û xof jî xistiye dilê dijminan bi taybet dilê Tirkiyê û DAÎŞ'ê. Her wiha jinê jî ciheke cuda di nava şorşê de girt, di hemû qadan de bû pêşeng. Ji ber têkoşîn û destenên ku bi destê wê hatin nivîsandin, şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinê hate binav kirin. Ji xwe piraniya êrîşên ku tên kirin li ser kesayeta jinê ku naxwazin bighêje azadiya xwe tên kirin." Suad di dawiyê de got ew bi bawerin ku di vê salê de çeteyên DAIŞ'ê bi temamî têk biçe û got ji ber vîna azadiyê di dilê azadîxwazan de kêm nabe.
(hs/rc)