Jinên Wanê dest bi berhevkirina gîhayê tûzikê kirin

09:04

JINHA

WAN - Bi hatina biharê re jinên Wanê dest bi berhevkirina gîhayê tûzikê kirin. Cemîle Ortasaç yê ku her sibê ji bo berhevkirina gîhayê tûzikê dikeve rê diyar kir ku gîhayê tûzikê ji bo gelek nexweşî dermane û divê mirov bixwin.

Bi hatina biharê re gelek gîha şîn dibe û piranî gîhayên ku dora avê şîn dibin rastî eleqeyek mezin tê. Yek ji gîhayê ku ji bo gelek nexweşî dibe derman gîhayê tûzikê ye. Ji ber vê jinên Wanê her sibê ji bo berhevkirina gîhayê tûzikê berê xwe didin cihên ku av lê heyî. Jinan diyar kirin ku gîhayê tûzikê bi taybet ji bo gelek nexweşî dibe derman û gotin bi taybet ji bo kesên ku cixare vedixun kezebê wan paqij dike û kîlo girtin asteng dike.

'Em gîhayê tûzikê hem dermane hem jî wek biharetê bikartînin'

Cemîle Ortasaç (55) diyar kir ew gîhayê tûzikê hem wek derman hem jî wek biharetê bikartînin û got ew her şefaqê ji bo berhevkirina tûzikê dikeve rê. Cemîle da zanîn ew gîhayê tûzikê xwê lê direşînin û dixwin û got ew her wiha hişk dikin û di nava kavanozan de ji bo zivistanê amede dikin. Cemîle wiha dirêjî da gotina xwe, "" Ez û keça xwe tên livir û em tûzika xwe komdikin. Em êvarê tûzikê dibin malê bi gel xwarînên xwe dixwen. Rojên me li vir gel jinan jî xweş derbas dibe. Ji ber em tev hev gîha berhevdikin ev yek parvekirinên me jî bi hêz dke."

Cemîle wiha dirêjî da gotina xwe, "Gelek jin hene gîha berhevdikin û dibin li bazarê ser dezgehê difroşin û wiha pê debara xwe dikin. Gîhayê tûzikê ji bo gelek nexweşiyan jî başe. Ji bo romatîzma jî gelek baş tê. Gîhayê tûzikê bi taybet ji bo kesên ku cixare vedixun kezebê wan paqij dike û kîlo girtin asteng dike."

Gîhayê tûzikê û sûdên wê çine?

Gîhayê bi navê tûzîk, giyayekî xwarînê ya behnxweşê.Bejna vî giyayî 30-70 cm bilind dibe û nav cîhê gelek av şîndibe.Naftenga wê kesk an jî keskeşîn e, wek movikan li ser hev bilind dibe. Nava navtenga wê vala ye. Ji navtengê çiq jê belav dibin. Di nîvê havînê de kulîlkên wê yên bêhnxweş, zerîn wek ûşî û sîvankan xwe digehînin hev. Bizrê wê pehn û hêkanî (peyzî), di nava wan kulîlkan de ne. Rengê wan esmerê qahweyî ne. Di TIB ê de tovê wê ji bo derman û parfûman tê bikaranîn. Gelek caran jî tovê vî ji ber bêhnxweşiyê vî biharê de tê çandin.

Pelên wê, li gor ceribandinên TIB -ku li ser mişkan hatîye tesbîtkirin- Serumunda Tirglîserît % 50 ya Kolesterolê % 20 kêm kiriye. Bizirê wê, ceribandinên li ser heywanan daye kifşkirin ku damaran fireh dike, dewisîna xwînê kêm dike, lêdana dil hêdî dike. Wekî din givirandinê (hezmê) hêsan dike, rêyên destavê vedike, îştahê vedike, hêrsê dadixe, bedenê rehet dike, gazên mexde û rûvikan tavêje, ji zikêşê re başe, ji bo vereşandin û xelihandina mad, îsk, werîmina zik, başe. Şîrê dayîkê zêde dike, bêhnên dev ji holê radike, ji bo bêhn vekirinê başe. Bi taybet ji bo nexwşîyên, kezebê, kîskê sefrayê (kîskê zirav) û odemê tê pêş kêşkirin.

(hk-db/rc)