'Jin encax birêxistinbûnê ve hişmendiya feodal ji holê rake'
09:06
Hulya Okalîn / JINHA
COLEMÊRG- Nûnera Navenda Şewirmendiya Jinê Sosîn a Geverê Pinar Befre di derbarê tundî û qetliyama li ser jinê ên ku di rojên dawî de zêde dibin de axivî. Pinar diyar kir ku heya hişmendiya feodal hebe dê tundî û qetîlkirinên jinan jî berdewam be.
Li navçeya Geverê ya Colemergê her roj herî kêm bi dehan jin rastî tundiyê fîzîkî, derûniyê tên û ji aliyê mêr ve tên qetîlkirin. Navçeya Geverê ku hêja hişmendiya baviksalarî û feodal lê serwere, dibe sedama qetîlkirina jinan. Nûnera Navenda Şewirmendiya Jinê Sosîn ya Geverê Pinar Befre di derbarê tundiya li ser jinan de axivî û diyar kir ku sedema tundiya li ser jinê ya sereke aborî û bêzagoniya ji bo jinê ye. Pinar got ku eger ji bo pirgirêka jinan wezareta jinê bihata avakirin di heremê de ew qas komkujî pêk nedihat.
'Jin ji aliyê hevjinên xwe ve rastî tecawîzê tên'
Pinar destnîşan kir ku jin herî zêde rastî tundiya zayendî û fîzîkî tên û ev tişt got: "Li Geverê pirsgirêkê aboriyê gelek tê jiyandin ji ber vê yekê jî ciwan berê xwe didin tîryakê û tîryak wan gêj dike. Kesên ku ji ser xwe diçe tu tiştî nafîkire. Jinên ku serî li me didin tev heman gazincê dikin. Ji hevjin an ji bav û birayên xwe tundiyê dibînin. Mêr bi tund nêzî hevjîna xwe dibe û gelek car jin ji aliyê hevjinên xwe ve rastî tecawîzê tên. Dîsa jinên ku serî li me didin di laşên wan da şopên îşkenceyê hene. Di laşên wan de gelek cihên şewazê ji hene. Dîsa ev jin ji tirsa hevjin û malbata xwe êşa xwe didilê xwe de diveşêre û ji tu kesî re parvenakin."
'Jin ji ber neçariya xwe bêdeng e'
Pinar got ku li Geverê jin di temenê xwe yên biçûk de tên cewizandin û ji ber vê yekê tundî her ku diçe zêdetir dibe. Pinar bilêv kir ku civaka Geverê tu carî hişmendiya feodal derbas nekiriye ji ber vê yekê jî tundiya di asta herî jor de berdewam dike. Pinar li ser qetîlkirina du xuşkên bi navê Şukran Durmaz û Hediye Durmaz ên ku di 8'ê adarê de ji aliyê zavayên xwe H.K ve hatin qetîlkirin jî ev tişt anî ziman: "Ev zilam bi salan e ku tundiya fîzîkî li ser hevjina xwe dide meşandin. Her çi qas hevjina wî ji bo giliyê serî li qareqola polîsan dida jî di derbarê wî zilamî de tu tişt nehate kirin. Pişt re zilam êrîşê mala xwezûrê xwe kir û du dîşên xwe yên ku xuşka xwe ji êrîşê parastin hatin qetîlkirin. Ev jî nîşaneya zilma mêr e."
'Em li vir rastî ji jinan re vedibêjin'
Pinar di derbarê xebatên xwe yên ji bo jinên Geverê jî wiha axivî: "Heya ku me navenda xwe venekiribû jin zêdetir rastî tundiyê dihatin û jin li hemberî hemû zilm û zordariyên hevjînên xwe stûxwar bûn. Ji ber ku tu mafên xwe nîzanbûn û nizanîbûn dê çawa daxwaza mafên xwe bikin. Em yek bi yek li malan digerin û rastiyê ji jinê re dibêjin. Heya ku jin mafê xwe fêr nebin dê her tim rastî tundiyê bên. Ji ber vê yekê jî divê di serî de jin xwe bizanibîn û têbikoşin. Lewra divê em jin zane bikin û rêxistinbûna wan esas bigrin."
'Jin encax birêxistinê ve hişmendiya feodal ji holê rake'
Pinar di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku heya hişmendiya feodal bi dawî nebe û serweriyê bike dê tundiya jinê jî berdewam be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em wek jin xwe bi rêxistin bikin û hember tundiyê sekna û helwesta me yek be. Jin encax birêxistinbûnê ve hişmendiya feodal ji holê rake."
(ga/rc)